Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê çend mûşek avêtine axê welatê wan.
Ji bo îmhakirina van mûşekan pergalên parastina asmanî hatine çalakkirin.
Li hemberî vê yekê, berpirsekî Îsraîlê jî bi êrişkirina ser Tehranê hişyariya bersiveke tund da.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, pergalên parastinê yên ji bo bersivdana wan mûşekên Îranê çalak in.
Di heman demê de li gelek herêmên Îsraîlê zengilên hişyariyê hat lêxisitn.
Hişyariya tund a Tehranê
Artêşa Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir.
Artêşê diyar kir ku wan 2 mûşekên ji Libnanê hatine avêtin xistine xwarê.
Li beramberî vê yekê, Tehranê hişyariyeke tund da û gefa êrişê xwar.
Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya li Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî, ji ber êrişa li Beyrûtê gefa bersivê xwar û got:
"Pêwîst e ev kûçikê har were cezakirin û li cihê wî bê rûniştandin. Îşev li asmanê ser xaka dagirkirî binêrin (mebest xaka Îsraîlê ye)."
Trump: Em lezê nakin
Divê were gotin ku Amerîka hewl dide navbeynkariyê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku Îsraîl bi awayekî "hûrtir" êrişî Hizbulahê bike.
Donald Trump eşkere kir ku ew ji bo tevlîkirina dosyeya Libnanê ya di nav peymana bi Îranê re de qet lezê nake.



