Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik ragihand ku wî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re qala pêvajoya aştiyê kir.
Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Sirri Sakik eşkere kir ku wî biErdogan re hevdîtinek pêk aniye.
Sakik da zanîn ku di hevdîtinê de gelek mijarên krîtîk hatine gotûbêjkirin û ew mijar ji bendewariyên pêvajoya çareseriyê heta tengasiyên aborî yên li herêmê bûn.
"Pêdivî bi gavên şênber heye"
Sakik li ser naveroka hevdîtinê hûrgilî parve kirin û bal kişand ser wê yekê ku civak di nav bendewariyeke mezin a aştî, demokrasî û edaletê de ye.
Bi gotina Sakik wî ji Erdogan re destnîşan kiriye ku divê pêvajoya "Civaka Demokratîk û Aştiyê" bi gavên şênber biçe pêş.
Aboriya Agirî û herêmê jî hat nîqaşkirin
Sirri Sakik da zanîn ku wî ji xeynî pêvajoyên siyasî, qala pirsgirêkên sosyo-ekonomîk ên li herêmê jî ji Erdogan re kiriye.
Sakik diyar kir ku wî qala pirsgirêkên wekî xizanî, bêkarî, koç û kêmasiyên di gihîştina xizmetên tenduristiyê de kiriye.
Sakik eşkere kir ku wî pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên ji bo van pirsgirêkên bingehîn bi Erdogan re parve kirine.
Peyama ku Sirri Sakik li ser medyaya civakî parve kiriye wiha ye:
"Doh êvarî min bi Birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtina me de, min bendewariyên gelê me yên li ser aştî, demokrasî û edaletê gihandin wî.
Her wiha min daxwaz û hêviyên wan ên ji bo bipêşveçûna pêvajoya 'Civaka Demokratîk û Aştiyê' ya bi gavên şênber ragihandin.
Min jê re got ku divê ev pêvajoya dîrokî gelekî li jor siyaseta rojane re bê nirxandin.
Min anî zimên ku derketina xwîn, hêsir û pevçûnan a ji rojeva Tirkiyeyê bi temamî, daxwaza hevpar a civakê ye.
Her wiha min di serî de li Agiriyê, qala pirsgirêkên bingehîn ên wekî xizanî, pirsgirêkên gihîştina xizmetên tenduristiyê, bêkarî û koçê yên li herêma me û welatê me kir. Me pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin.
Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin bibe alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtbûna aştiya li welatê me û ez spas dikim."



