Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Geverê Salih Ozdemîr ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sala 2017an soz daye ku ew dê Geverê bikin parêzgeh û dem hatiye ku ev soz were bicihanîn.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 navçeyên mezin di rojevê de ne ku bibin parêzgeh.
Li gorî pîvanên parêzgehbûnê, ev navçe xwedî taybetmendiyên wekî nifûs, kapasîteya aborî, pozîsyona erdnîgarî û dûriya ji navenda parêzgehê ne.
8 ji van navçeyan li Bakurê Kurdistanê ne:
· Erdîş (Wan): 170 hezar û 209
· Cizîr (Şirnex): 166 hezar û 290
· Erxenî (Amed): 141 hezar û 98
· Kolik (Semsûr): 136 hezar û 769
· Elbistan (Mereş): 132 hezar û 36
· Midyad (Mêrdîn): 125 hezar û 791
· Gever (Colemêrg): 121 hezar û 314
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Geverê Salih Ozdemîr ji Rûdawê re diyar kir ku di sala 2017an de li Enqereyê, di civîna Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB) de, Erdogan soz daye wî ku Gever dê bibe parêzgeh.
Ozdemîr wêne û vîdeoyên wê demê ji Rûdawê re şandin û got, "Serokkomar wê demê got, 'Bila binesazî û amadekarî werin temamkirin, em dê Geverê bikin parêzgeh.'"
Ozdemîr anî zimên ku niha dema vê gavê hatiye.
Salih Ozdemîr li ser pirsa "Dê navê wê 'Yuksekova' bimîne yan bibe 'Gever'?" destnîşan kir ku dikare destpêkê “Yuksekova” be û pişt re bi şêwirînê bê guhertin.
Merc û pîvanên parêzgehbûnê yên li Komara Tirkiyeyê
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) heşt pîvan derxistine holê û wekî mercê parêzgehbûnê belav kirine:
1- Hejmara niştecihan: Nabe ji 100 hezar kesî kêmtir be.
2- Dûrbûn: Navçeya ku dibe navenda parêzgehê, divê dûriya wê ya ji navendê zêdetirî 30 kîlometreyî be.
3- Bajarsazî: Pêwîst e mercên bajarê mezin tê de hebin.
4- Veguhestin û gehandin: Pêwîst e amûrên veguhastinê yên pêwîst li gel navendê hebin û çûn û hatina xelkê hêsan be.
5- Pêwendiyeke xurt a li gel derdorê, di aliyê aborî û erdnîgarî de hebe.
6- Aborî: Hebûna şiyana bazirganiyê û derfetên kar ên pêwîst.
7- Perwerde: Hebûna binesaziyeke xurt a xwendin û perwerdeyê.
8- Pêşketina civakî û çandî: Di warê civakî û çandî de pêşketî be û şiyana pêşketina zêdetir hebe.



