Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ambulans û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezayê de 4 kes birîndar bûn ku 3 ji wan karmendên tenduristiyê bûn.
Şeva borî otomobîla ku N.N.K. diajot û ambulansa ku H.C.A. diajot Qersê li hev qelibîn.
Hat zanîn ku ambulansê ji parêzgeha Agiriyê nexweşek veguhastibû Qersê û di rêya vegerê de qeza kiriye.
Rewşa wan baş e
Di qezayê de şofêrê otomobîlê, şofêrê ambulansê û karmendên tenduristiyê A.Ayê 27 salî û G.Kyê 26 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê û Nexweşxaneya Zanîngeha Kafkasê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran bi giştî baş e.



