Hewlêr (Rûdaw) - Berbanga îro li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê pitikeke ku nû ji dayîk bûye li ser sergo hat dîtin.
Welatiyekî ku diçû ser karê xwe pitîkê dît û yekser alîkariyê xwest.
Nûçegihana Rûdawê ya Qamişloyê Vîviyan Fetahê zanyariyên hûrgilî yên li ser vê bûyera diltezîn parve kirin.
Kûçik an pisîkan zarok gez kiriye
Li gorî agahiyên ku Vîviyan Fetahê dane, welatiyekî Qamişloyê îro sibehê dema diçe ser karê xwe dengê pitikekê dibihîze.
Dema ku ew welatî ber bi deng ve diçe, pitikeke ku nû ji dayîk bûye dibîne.
Dema ku welatî nêzîkî pitikê dibe, dibîne şûna gezan li serê pitike hene dibe ku ji aliyê pisîk an kûçikan hatibe gezkirin.
Pitik rakirin nexweşxaneya Amûdê
Piştî ku welatî alîkariyê dixwaze, hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê digihîjin cihê bûyerê.
Vîviyan Fetahê diyar kir ku zarok yekser hatiye veguhastin û niha li nexweşxaneyeke bajarokê Amûdê ye.
Zarok niha di kûvezê de ye û di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Li gorî gotina bijîşkan, ji ber birînên gezkirinê û ji ber mayîna li derve laşê wê ziwa bûye, rewşa tenduristiya zarokê giran e.
Hêzên Asayîşê dest bi lêpirsînê kir
Piştî dîtina zarokê, Hêzên Asayîşê û Ofîsa Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser yekser destwerdan kir.
Hêzên Asayîşê ji bo dîtina dê û bavê zarokê yan jî kesên ku ew avêtine ser kolanê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.
Gelek kes dixwazin wê xwedî bikin
Vê bûyerê bandoreke gelekî xerab li xelkê Qamişloyê kir û bû sedema dilgiraniyeke mezin.
Vîviyan Fetahê ragihand ku piştî belavbûna nûçeyê, gelek malbatan bi wê re pêwendî daniye û xwestiye li zarokê xwedî derkevin.
Heta niha ne tenê ji Rojavayê Kurdistanê, ji Ewropayê jî malbatan pêwendî daniye da ku zarokê bibin û mezin bikin.
"Ez dixwazim vê zarokê wekî zarokên xwe xwedî bikim"
Yek ji wan kesên ku dixwaze li zarokê xwedî derkeve Newroz Beravî ye.
Newroz Beravî piştî ku bûyer ji Rûdawê bihîst, bi kelecaneke mezin xwest dengê xwe bigihîne rayedaran.
Newroz Beravî ji Rûdawê re axivî û got:
"Ez bi xwe şervan im, yê ku karibe axa welatekî biparêze, wê karibe zarokekê jî biparêze.
Ev zarok eger malbata wê lê xwedî dernekeve em dikarin lê xwedî derkevin.
Ez dê wê di nav zarokên xwe de bê kêmasî xwedî bikim.
Çawa ku ez pariyekî nan ji zarokên xwe re tînim, ez dê ji wê re jî bînim û heta çêtir jî.
Du keç û kurekî min hene, bi wê re dê bibin çar û ez ê wan her çaran wekî hev bibînim.
Ez soz didim ku ez dê wekî zaroka xwe lê xwedî derkevim û wê mezin bikim."