Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji ber destnîşankirina wî ya wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Îraqê, pîrozbahî li Tom Barrack kir.
Serokê Amerîkayê Donadl Trump ragihandibû ku wî erkê Tom Barrack ê wekî Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê dirêj kiriye û her wiha ew kiriye Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê jî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Tom Barrack peyamek pîrozbahiyê belav kir û got
"Em bi kelecanî li hêviya serkêşiya wî ne da ku pêwendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de xurt bibin.
Her wiha em li hêviya hevkariyê ne ji bo çareserkirina wan astengiyên ku rûbirûyî welêt dibin."
"Em piştrast in"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha anî zimên:
"Em di vê erka girîng de serkeftinê jê re dixwazin. Em piştrast in ku hewlên wî dê bibin sedema aramî û hevkariya zêdetir."
Daxuyaniya Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê 31ê Gulana 2026an li ser platforma Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Donald Trump ragihand ku destnîşankirina Tom Barrack a wekî Nûnerê Taybet ê Îraq û Sûriyeyê di demekê de ye ku ew hevkariyên xwe yên stratejîk bi hikûmetên Sûriye û Îraqê re bi pêş dixin.
Trump diyar kir ku pêwendiyên wan bi wan re her diçin geş dibin.
Li gorî daxuyaniya Trump, Tom Barrack dê di posta Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê de bimîne.
Ew dê di heman demê de erka Nûnerê Taybet ê Serokatiyê yê Îraq û Sûriyeyê jî bi rê ve bibe.
Trump amaje pê kir ku Barrack dê bi "piştgiriya temam a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê" karên xwe bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe de wiha nivîsî:
"Em gelekî qedrê wan karên Tom Barrack digirin ku heta niha kirine.
Her wiha em qedrê amadebûna wî ya berdewam a ji bo xizmetkirina welatê me jî digirin."
