Hewlêr (Rûdaw) - Sektora geştyariyê yê Herêma Kurdistanê di bêhnvedana Cejna Qurbanê de geşbûneke berbiçav dît.
Li gorî amarên birêvebiriyên geştyariyê yên parêzgehan, li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê zêdetirî 350 hezar geştyar hatine tomarkirin.
Hewlêr: Hejmara geştyaran ji sedî 10 zêde bû
Berpirsê Ragihandinê yê Birêvebiriya Geştyariyê ya Hewlêrê Nerîman Fazil ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku plana îsal bi serkeftî hatiye bicihanîn û di sektora geştyariyê de guherîneke girîng çêbûye.
Nerîman Fazil anî ziman:
“Sala borî di Cejna Qurbanê de 89 hezar geştyar hatibûn Hewlêrê lê belê îsal li gorî amarên xalên sînorî tenê di nava 5 rojan de zêdetirî 100 hezar geştyarî hatine serdana bajêr.
Piraniya wan ji naverast û başûrê Îraqê hatin.”
Silêmanî û Helebceyê eleqeyeke mezin dît
Li deverên geştyariyê yên Silêmaniyê jî qerebalixiyeke mezin çêbû.
Berpirsa Ragihandinê ya Birêvebiriya Geştyariyê ya Silêmaniyê Kîjan Ebdulahê eşkere kir:
“Ji beriya cejnê heta niha nêzîkî 100 hezar geştyarî hatine serdana Silêmaniyê û plana ku hatibû amadekirin bêkêmasî hat bicihanîn.”
Kîjan Ebdulahê destnîşan kir ku îsal li Silêmaniyê sektora geştyariyê careke din geş bûye û da zanîn ku piraniya geştyaran ji naverast û başûrê Îraqê hatine.
Berdevkê Birêvebiriya Geştyariyê ya Helebceyê Hewraman Celal jî ji Rûdawê re axivî û got:
“Zêdetirî 100 hezar geştyarî berê xwe da deverên geştyariyê yên Helebceyê.”
Hewraman Celal diyar kir ku bi hevahengiya qaymeqamtiyê li bazar û deverên geştyariyê kontrolên hişk hatine kirin û da zanîn ku ji bo rêlibergirtina binpêkirinan tedbîrên pêwîst hatine standin.
Di 5 rojan de 50 hezar geştyar çûn Dihokê
Li Dihokê jî tevgereke mezin a geştyariyê çêbû.
Berdevkê Birêvebiriya Geştyariyê ya Dihokê Şemal Herûrî ragihand:
“Her roj zêdetirî 8 hezar geştyaran berê xwe da Dihokê.
Di nava 5 rojan de hejmara giştî ya geştyaran 50 hezar derbas kir.”
Şemal Herûrî destnîşan kir ku salên borî Dihokê mazûvaniya ew qas geştyaran nekiribû û anî ziman ku kapasîteya Dihokê heye ku di şevekê de 17 hezar geştyarî bihewîne.
Wî eşkere kir ku geştyar li navenda bajêr û deverên geştyariyê bêyî ti pirsgirêkan bi rihetî geriyane.
Desteya Geştyariyê: Nêzîkî ji sedî 80yê geştyaran Îraqî ne
Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji Rûdawê re axivî û anî ziman:
“Hemû deverên geştyariyê bi geştyaran tijî bûn.
Hêzên ewlehiyê û saziyên pêwendîdar ji bo ku rûdanên nexwestî çênebin hevkariyeke gelekî baş kir.”
Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir ku piraniya geştyarên ku hatine serdana Herêma Kurdistanê ji bajarên naverast û başûrê Îraqê hatine û got:
“Her sal ji sedî 75-80yê geştyarên ku tên serdana Herêma Kurdistanê ji wan herêman tên.
Ev rêje jî her sal zêde dibe.”
Di du salên dawî de di bêhnvedanên Cejna Qurbanê de zêdetirî 400 hezar geştyarî hatine serdana Herêma Kurdistanê û piraniya wan jî ji naverast û başûrê Îraqê bûn.
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 hezar û 100 navend û cihên geştyariyê hene.
Di otêl û motêlan de jî kapasîteya zêdetirî 70 hezar nivînan heye.
Li gorî salan hejmara geştyaran:
Sala 2022yan: Nêzîkî 6 milyon geştyar
Sala 2023yan: Nêzîkî 7,3 milyon geştyar
