Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Miranî, di 13emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê de peyamek belav kir.
Fazil Miranî got ku Rûdawê kariye bibe yekemîn kanala navneteweyî ya Kurdan û xwe wekî "El Cezîra Kurdan" bide naskirin.
Wî her wiha diyar kir ku ew hêviya di destpêka weşana kanalê de ji bo wan xwestiye "şikir ji Xwedê re pêk hatiye."
"Rûdaw ezmûneke nû û serkeftî ye"
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKyê Fazil Miranî, di peyama xwe ya pîrozbahiyê de pesnê ezmûna vê saziya medyayî ya Kurdistanî dide û wiha dibêje:
"Ev 13 sal in kanala asmanî ya Rûdawê wekî ezmûneke nû û gelekî serkeftî ya medyaya Kurdistanê derketiye holê."
Fazil Miranî diyar kir ku Rûdawê kariye sînorên navxweyî derbas bike û xwe wekî yekemîn kanala navneteweyî ya Kurdan bi cîhanê bide naskirin.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKyê cihekî girîng dide Rûdawê û dibêje:
"Hîn di destpêka weşana kanalê de min hêvî kir ku Rûdaw bibe Cezîreya Kurdan û ev hêvî jî şikir ji Xwedê re pêk hat."
Pîrozbahî li karmendan kir
Fazil Miranî pîrozbahiyeke germ arasteyî birêvebirê giştî û hemû karmendên Rûdawê yên li Kurdistanê û seranserê cîhanê kiriye.
Wî destnîşan kir ku Rûdawê "ezmûneke bêhempa û serkeftî" nîşan daye û baweriya bîneran bi dest xistiye.
Her wiha amaje bi wê yekê kiriye û gotiye, "Serbilindî û şanaziya bidestxistina çendîn xelatên bilind ên navneteweyî jî para kanalê û karmendên wê ye."
Dîroka Tora Medyayî ya Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir.
Berî ku wekî toreke medyayî dest bi kar bike, Rûdaw ji du heftenameyên çapkirî pêk dihat.
Weşana siyasî û giştî ku hejmara wê ya ewil 5ê Nîsana 2008an derketibû û weşana werzişî ku wê jî 4ê Hezîrana 2008an dest bi weşanê kiribû.
Ji bo ku li gel guherînên dîjîtal ên cîhanê bimeşe û ji bo parastina jîngehê, weşana werzişî 1ê Kanûna Paşîn a 2019an (hejmar 530) û weşana giştî jî 24ê Sibata 2020î (hejmar 593) hatin rawestandin.
Çavkaniya sereke ya nûçeyan
Rûdaw hewl dide ji bo ku her tim nêzîkî xelkê be nûtirîn teknolojiyên qada ragihandinê bi kar bîne.
Di televîzyonê de bi her du zaravayên Kurmanciya jorîn û jêrîn weşanê dike.
Di portal û medyaya civakî de jî bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkî nûçe û berhemên xwe digihîne şopîneran.
Ev tora Kurdistanî ya pirzimanî heta niha bi dehan xelatên cîhanî û navxweyî wergirtine.
Rûdaw bi saya pîşeyîbûn, şarezayî û pêbaweriya xwe, ji bo ajansên herî navdar ên cîhanê bûye çavkaniya sereke ya nûçeyên Kurdistan û herêmê.
Ajansa AFP, Associated Press (AP) û Tora Nûçeyan a Ewropayê ENEX ji berhemên Rûdawê sûdê werdigirin.
