Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku gelheya (nifûs) parêzgehê bêyî koçber û penaberan ji 2 milyon kesan derbas bûye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw doh di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
"Gelheya parêzgeha Hewlêrê di vê demê de ji 2 milyon kesan derbas bûye, ev jî bêyî hejmartina koçber û penaberan e."
Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku zêdetirî 350 hezar koçber û penaberan di çarçoveya sînorê îdarî yê parêzgehê de dijîn.
Çavdêriya civakî û xizmetguzarî
Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser berdewamiya çavdêriya hikûmetê ya ji bo çînên hewcedar û diyar kir ku bi taybetî jî çavdêriya ji bo kesên temenmezin û zarokên bêserpirşt berdewam dike û got:
"Di malên çavdêriya kesên temenmezin û zarokan ên li Hewlêrê de 250-300 kes dijîn û xizmetguzarî û çavdêriya berdewam ji bo wan tê pêşkêşkirin."
Asta perwerdeyê
Xoşnaw pesnê asta zanistî û xwendinê ya wan zarokan da ku li wan malên çavdêriyê ne û ragihand:
“Li wan dibistanên ku ew xwendekar li wan dixwînin, salane rêjeya derçûnê gihîşt ji sedî 100î û di qonaxên cuda yên xwendinê de pileyên pir bilind û serkeftî bi dest dixin."
