کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Şaredarê Eyyubiyê Mehmet Kuş / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin

Şaredarê Eyyubiyê Mehmet Kuş / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin

Kurdistan

Şaredariya Eyyubiyê di Remezanê de alîkariyê belav dike

RÛDAW

RÛDAW

21-02-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW21-02-2026

Nûçeyên Têkildar

Barana zêde hêviya mêşvanên Wanê zêde kir
Kurdistan10-09-2026

Barana zêde hêviya mêşvanên Wanê zêde kir

Li Amedê bikaranîna madeyên hişbir di 10 salan de 6 qatan zêde bûye
Kurdistan10-09-2026

Li Amedê bikaranîna madeyên hişbir di 10 salan de 6 qatan zêde bûye

Koreya Başûr dê 10 milyon dolaran bide Şingalê
Kurdistan10-09-2026

Koreya Başûr dê 10 milyon dolaran bide Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Navçeya Eyyubiyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi boneya meha Remezanê 400 beranan li malbatên feqîr belav dike.

Şaredariya Eyyubiyê îro 200 beran li ser malbatên feqîr belav kirin.

Di kampanyayê de zêdetir girîngî bi malbatên sêwî tê dayîn.

400 beran û 25 hezar koliya xwirekê

Şaredariyê biryar daye ku 200 beranên din jî belav bike û bi tevahî hejmara beranan bigihîne 400î.

Li gel beranan, ji bo mesrefên serjêkirinê û qesaban 2 hezar lîre jî ji bo malbatan tê dayîn.

Her wiha şaredarî di meha Remezanê de rojane xwarina germ dide 3 hezar malbatan û dê 25 hezar koliya xwirekê jî belav bike.

“Em dê koliya xwirekê bigihînin ber deriyên wan”

Şaredarê Eyyubiyê Mehmet Kuş bi xwe jî beşdarî kampanyaya alîkariyê bû û malbat ziyartet kirin.

Mehmet Kuş li ser xebatên xwe yên di meha Remezanê de wiha got:

“Em di vê Remezanê de çi dikin? Spas ji Xwedê re, em xwarina 3 hezar malbatan beriya fitarê digihînin malên wan.

Dîsa em pêwîstiya wan a xwirekên hişk dabîn dikin.

Em dê îsal di meha Remezanê de koliyên xiwurekê yên 20-25 hezar malbatan bigihînin ber deriyên wan.”

Şaredarê Eyyubiyê her wiha ragihand ku wan li du cihên cuda yên navçeyê konên fitarê jî ava kirine.

Pirsên