کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dema êrişa li ciwanê Kurd/Wêne: Rûdaw

Dema êrişa li ciwanê Kurd/Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Wezareta Pêşmergeyan: Em êrişa li ciwanê ku Alaya Kurdistanê hildigirt şermezar dikin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2025

Nûçeyên Têkildar

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e
Kurdistan05-06-2026

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Kurdistan05-06-2026

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin
Kurdistan05-06-2026

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyêan bi daxuyaniyeke tund êrişa hinek leşkerên Artêşa Îraqê ya li ser ciwanekî ku îro serê sibehê li Xurmatuyê Alaya Kurdistanê hildigirt, şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat gotin, "Em reftara kirêt a wan endamên Artêşa Îraqê yên ku li Xurmatuyê tenê ji ber hilgirtina Alaya Kurdistanê êrişî ciwanekî Kurd kirine, bi tundî şermezar dikin."

Wezareta Pêşmergeyan tekezî li ser wê yekê kir ku ev bûyer binpêkirineke eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e û got:

"Alaya Kurdistanê, nasname û rûmeta gelê Kurdistanê temsîl dike.

Li gorî Destûra Îraqê, di Îraqeke federal û demokratîk de bi fermî hatiye naskirin. Nabe ti kes ji ber hilgirtina vê alayê rastî tundî û tacîzê were."

Wezaretê her wiha bangî dadweriya Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir ku bûyerê bi cidî lêkolîn bikin, berpirsiyaran derxin pêşberî dadgehê û ji bo ku kiryarên bi vî rengî ducare nebin, tedbîran bistînin.

Di weşana zindî ya Rûdaw TVyê ya li Xurmatuyê de jî dîmenên ku leşkerên Îraqê li pey ciwanekî diketin, hatin tomarkirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku leşker ber bi ciwanekî li herêmê ve diçe û lê dide.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet diyar kir ku ev bûyer li parêzgeha Selahedînê di demên dawî de çaremîn bûyera bi vî rengî ye û ragihand ku gelek welatiyên ku Alay Kurdistanê hildigirin rastî êrişan hatine.

Serokê Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Îraqê Lîwa Seid Mean ji Rûdawê re got, "Em Alay Herêma Kurdistanê wekî alaya xwe dibînin. Em qet nikarin rê bidin reftarên bi vî rengî."

Mean her wiha ragihand ku leşkerê ku tevlî bûyerê bûye, hatiye desteserkirin.

Li gorî madeya 117an a Destûra Îraqê, Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke daîmî û fermî ye û Alay Kurdistanê jî li Îraqê alayeke bi awayekî yasayî naskirî ye.

Navçeya Xurmatuyê bi awayekî fermî di nav sînorên parêzgeha Selahedînê ya Îraqê de ye.

Li Xurmatuya ku piraniya şêniyên wê Kurd in, piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an malên gelek malbatên Kurd hatin wêrankirin û gelek malbatên Kurd neçar man ku bajêr biterikînin.

RÛDAW
RÛDAW11-11-2025

Nûçeyên Têkildar

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e
Kurdistan05-06-2026

Google Trends: Rûdaw li Tirkiyeyê sêyemîn e

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Kurdistan05-06-2026

Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin
Kurdistan05-06-2026

Li Wêranşarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin

Pirsên