Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê li Wanê konferansa xwe ya çaremîn li dar xist.
Konferans piştî yên li Qoser, Îzmîr û Rihayê, 27ê Hezîrana 2026an li Baroya Wanê di Hola Konferansê ya Yilmaz Guney de pêk hat.
Tifaqa ku ji PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetên serbixwe pêk tê, bi armanca "yekîtiya neteweyî" ev xebat da destpêkirin.
Di dîwana konferansê de Serokê Teşkîlata Wanê ya PWKyê Husamettîn Acar, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyîp Kizilyildiz, li ser navê VEJÎNê Şehrîban Înan û li ser navê kesayetên serbixwe jî Sedat Dogan cih girtin.
Di çarçoveya bernameyê de Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, li ser navê kesayetên serbixwe Alî Oncû, Birêvebirê PÊLKURDê Koroglu Karaaslan, Nûnerê VEJÎNê Mustafa Dilsoz û Serokê Giştî yê PWKyê Mustefa Ozçelîk axivîn.
Her pênc axaftvanan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya tifaqeke neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku siyaseta Tirkiyeyê ya 100 salî ku li ser esasê "yek dewlet, yek netewe, yek al û yek ziman" tê meşandin nayê qebûlkirin.
Her wiha nêzîkatiyên wekî "komara demokratîk û entegrasyona demokratîk" jî wekî çareserî nehatin dîtin.
Axaftvanan bal kişand ku divê tifaqeke Kurdistanî ya li ser prensîbên neteweyî, bi beşdariya partî, saziyên sivîl û kesayetên qebûlbar bê avakirin.
Di beşa duyem a konferansê de gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Kurd dîtinên xwe anîn zimên.
Di nav wan de Ziya Avci, Îbrahîm Guçlu, Necîp Uludîl, Bedîrxan Epozdemîr, Abdurahîm Gumuştekîn, Diyar Ozbakiş, Mele Kerem, Mehmet Baydar û Leyla Engîn cih girtin.
"Divê em modela nû di jiyanê de pêk bînin"
Serokê Giştî yê PWKyê Mustefa Ozçelîk di axaftina xwe de bal kişand ser çend xalên girîng û diyar kir ku avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê erkeke sereke ye.
Ozçelîk rexne li siyaseta Tirkiyeyê girt û da zanîn ku polîtîkaya "herêma bêteror" tenê dirêjkirina siyaseta înkarê ye.
Ozçelîk her wiha rexne li DEM Partiyê û Ocalan girtin û anî zimên ku "nêzîkatiyên wekî komara demokratîk û neteweya demokratîk mafên kolektîf û neteweyî yên Kurdan tune dihesibînin."
Wî diyar kir ku divê tifaqeke ku hebûna miletê Kurd, Kurdistanê û mafê çarenûsê qebûl dike, bê bipêşxistin.
Ozçelîk di dawiya axaftina xwe de bangî hemû aliyên wekî HAK-PAR, PDK-BAKUR, Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan û Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê kir ku di payîza 2026an de konferanseke hevbeş li dar bixin û mizgîniya yekîtiyê bidin gelê Kurd.
Wî got, "Em li Bakurê Kurdistanê tiştekî nû diceribînin. Dê zehmetî hebin lê divê ev me nede tirsandin; em dê vê modela nû pêk bînin."
Hate ragihandin ku dê di rojên pêş de li hinek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî konferans û civîn bên lidarxistin.



