Hewlêr (Rûdaw) - Foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2026) bi beşdariya berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û Îraqê li bajarê Dihokê tê lidarxistin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Arî Zawîteyî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Arî Zawîteyî got, "Vê hefteyê Foruma MEPS 2026 bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî tê lidarxistin."
Bernameya forumê
Berpirsê Pêwendiyan ê Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê got:
"Roja sêşemê 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an dê bibe roja yekem a forumê lê ew roj zêdetir dê bibe workshop.
Rojên 2 û 3yên mehê jî berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê, berpirsên welatên din û kesayetiyên siyasî dê di forumê de amade bin û dê gotar û panelên wan hebin."
Li gorî malpera forumê, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî beşdarî forumê dibin.
Beşdarên ji Bexdayê
Li ser beşdariya berpirsên Îraqê jî, li gorî malpera forumê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zêdan beşdar dibin.
Foruma MEPSê li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li bajarê Dihokê tê lidarxistin.
Ev forum cara ewil sala 2019an hat lidarxistin.
Di forumê de berpirs, lêkolîner, kesayetiyên siyasî û akademîsyen li ser asta Herêma Kurdistanê, Îraq, herêm û cîhanê ji bo nirxandina mijarên aştî, ewlehî û siyasetê li hev dicivin.
Dirûşma îsal a forumê
Xula 7an a forumê bi dirûşma "Piştî şer, beriya aramiyê; Rojhilata Navîn a netemambûyî" tê sazkirin.
Di forumê de berpirs, pispor û akademîsyen dê li ser çend mijarên rojane yên herêmî guftûgoyê bikin.



