Hewlêr (Rûdaw) - Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê 1ê Kanûna Pêşîn li Ameda Bakurê Kurdistanê meşekê li dar bixe.
Meş bi dirûşma "Başûr ne bi tenê ye! Azadî di yekîtiya neteweyî de ye!" tê lidarxistin.
Li gorî bernameyê, meş saet 17:00an li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê dest pê dike û heta AZC Plazaya li Taxa Ofîsê didome.
Tê çaverêkirin ku Hevberdevka Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî beşdarî meşê bibin.
"Biryarên Serokwezîrê Îraqê tên şermezarkirin"
Di meşê de dê biryarên Serokwezîrê Îraqê Zeydî yên li ser radestkirina deriyên sînor û qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê bên şermezarkirin.
Di vê çalakiyê de dê peyama bihêz a piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ya ji bo Başûrê Kurdistanê were dayîn.



