کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad / Wêne: Arşîv

Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Zalmay Xelîlzad piştgiriyê dide civîna 1ê Kanûna Pêşîn a Hewlêr û Bexdayê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran29-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Celîlê Celîl: Em hemû deyndarên Kurdistanê ne
Kurdistan29-11-2026

Celîlê Celîl: Em hemû deyndarên Kurdistanê ne

Ji bo Hewlêrê hişyariya lehiyê: Tîmên parastina sivîlan ketin amadebaşiyê
Kurdistan29-11-2026

Ji bo Hewlêrê hişyariya lehiyê: Tîmên parastina sivîlan ketin amadebaşiyê

Serok Barzanî pîrozbahî li Agît Kabayel kir
Kurdistan29-11-2026

Serok Barzanî pîrozbahî li Agît Kabayel kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad piştgiriya xwe ji bo civîna 1ê Kanûna Pêşîn a li Bexdayê ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê de ragihand.

Xelîlzad diyar kir ku divê alî li ser bingeha Destûra Îraqê û Projeyasaya Petrol û Gazê ya sala 2007an li hev bikin û banga xweragiriyê kir.

Xelîlzad li ser civîna ku biryar e roja sêşemê 1ê Kanûna Pêşîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li Bexdayê bê lidarxistin nirxandinên xwe derbirî.

Xelîlzad îro li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Wî di peyama xwe de pesnê îdareya Amerîkayê da ku vê hevdîtinê han dide û wiha got:

“Ez pesnê îdareyê (îdareya Amerîkayê) didim ku ji bo çareserkirina mijarên bingehîn ên wekî fermanên Serokwezîr Zeydî, dayîna meaşan û yasaya budceyê ya sala bê (Yasaya Budceyê ya 2027an a Îraqê), civîna 1ê Kanûna Pêşîn a li Bexdayê ya di navbera şandeya yekgirtî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (PDK û YNK) û serkirdeyên hikûmeta navendî ya Îraqê de han dide.”

Tekezî li ser Destûrê û Projeyasaya Petrol û Gazê ya 2007an

Xelîlzad bal kişand ser du mijarên bingehîn ku divê di hevdîtinê de li ser wan lihevkirin çêbibe, banga hişmendiyê li aliyan kir û wiha got:

“Divê hemû beşdar li ser du mijarên bingehîn li hev bikin: Destûra Îraqê û Projeyasaya Petrol û Gazê ya 2007an ku li serê hatiye lihevkirin lê di parlamentoyê de nehatiye pesendkirin.

Di çarçoveya vê yekê û rastiya heyî de, ez bangî hemû aliyan dikim ku ji bo rêlibergirtina gurrbûna aloziyan hişmendî, nermî û xweragiriyê nîşan bidin.”

PDK û YNKyê beriya Bexdayê biryara helwesta hevbeş da

Beriya daxuyaniya Xelîlzad, PDK û YNKyê ji bo hevdîtina Bexdayê helwesta xwe ya hevbeş diyar kiribû.

Doh li bajarê Silêmaniyê şandeya bilind a PDKyê û şandeya YNKyê li hev civiyan.

Şandeya PDKyê bi serokatiya Serok Nêçîrvan Barzanî û beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû.

Şandeya YNKyê jî bi serokatiya Bafil Talebanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bû.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin ku her du aliyan li hev kiriye ku bi helwesteke hevbeş beşdarî civîna li Bexdayê bibin.

Hevdîtin bi destpêşxeriya Encumena Bilind a Dadweriyê tê lidarxistin

Pêr li ser civîna roja sêşemê ya ku dê tê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên nirxandin, ji hikûmeta Îraqê jî daxuyaniyek hatibû.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî diyar kiribû ku rûniştina diyaloga niştimanî bi destpêşxeriya Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê roja sêşemê tê lidarxistin.

Ebûdî gotibû ku dê di wê rûniştinê de dosyayên nakok ên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên gotûbêjkirin.

Nûçeyên Têkildar

Celîlê Celîl: Em hemû deyndarên Kurdistanê ne
Kurdistan29-11-2026

Celîlê Celîl: Em hemû deyndarên Kurdistanê ne

Ji bo Hewlêrê hişyariya lehiyê: Tîmên parastina sivîlan ketin amadebaşiyê
Kurdistan29-11-2026

Ji bo Hewlêrê hişyariya lehiyê: Tîmên parastina sivîlan ketin amadebaşiyê

Serok Barzanî pîrozbahî li Agît Kabayel kir
Kurdistan29-11-2026

Serok Barzanî pîrozbahî li Agît Kabayel kir

Pirsên