Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, hirçeke boz bi kudikên xwe re daket taxê û li nav konteynerên çopê li xwarinê geriya.
Hirça boz û du kudikên wê çûn Taxa Înonuyê ya nêzîkî daristanê.
Ew ketin nav konteynerên çopê û li xwarinê geriyan.
Dema ku kudikan ji çopê xwarin dixwar hirça boz carinan ji dûr ve li wan dinihêrî.
Kûçikan hirçeke din dûr xist
Her wiha hirçeke din a boz jî hat herêma avahiyên TOKÎyê ya li Taxa Îstîklalê.
Kûçikan ew hirç dûr xist.
Hirçên boz paşê çûn daristanê.



