کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wênyekî temsîlî

Wênyekî temsîlî

Kurdistan

Li seranserê Bakurê Kurdistanê berf, baran û bahoz e

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran29-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Qersê hirça boz û kudikên wê daketin nava taxê
Kurdistan29-11-2026

Li Qersê hirça boz û kudikên wê daketin nava taxê

Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyon kesan derfeteke mezin e
Kurdistan28-11-2026

Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyon kesan derfeteke mezin e

Dr. Elî Semîn: Eger li Îraqê fîşekek bê teqandin dê şerê navxweyî derkeve
Kurdistan28-11-2026

Dr. Elî Semîn: Eger li Îraqê fîşekek bê teqandin dê şerê navxweyî derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Ji doh ve li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf, baran û bahoz e.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku îro li seranserê Bakurê Kurdistanê berf û baran bibare.

28ê Çiriya Paşîn a 2026an li parêzgehên Mûş, Erdexan, Agirî û Qersê roja çaremîn bû ku berf dibariya û germahî li van bajaran di navbera 0 û 6 pileyan de bû.

Di heman demê de li 11 parêzgehên din jî tevahiya rojê baran bariya.

Li Dêrsim û Mereşê barana gur zerer da hinek zeviyên çandiniyê.

Her wiha li parêzgehên Wan, Colemêrg û Mereşê jî bahozê zerer da stûnên elektrîkê û darên li ser kolanan.

Pêşbîniyên ji bo îro û hişyariya AFADê

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku îro yekşemê (29ê Çiriya Paşîn a 2026an) berf û baran li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê bibare.

Li gorî pêşbîniyan, li parêzgehên Bedlîs, Agirî, Erzirom, Erdexan û Qersê barîna berfê dê roja pêncemîn jî bidome û germahî dê di navbera 0 û 9 pileyan de be.

Di saetên berbangê de rêyên sereke yên deverên çiyayî qeşayê digirin.

AFADê li ser hat û çûna barhilgiran a di van deman de hişyarî da.

Metirsiya lehiyê heye

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê diyar dike ku li 19 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê tevahiya rojê baran bibare.

Li parêzgehên Dêrsim, Dîlok, Mereş û Îdirê pêşbîniya barana gur tê kirin û metirsiya lehiyê heye.

Germahî li van 19 parêzgehan dê bi giştî di navbera 5 û 12 pileyan de be.

Hefteya borî ji ber barîna berfeke zêde, rêyên 94 gundên parêzgehên Şirnex, Erzirom, Qers û Erdexanê hatibûn girtin.

Pirsên