Amed (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku 28ê Çiriya Paşîn a 2015an li nava Sûra Amedê li ber kamerayan hatibû kuştin di salvegera 11an a kuştina xwe de li Amedê hat bîranîn.
Li cihê ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranînê de bang hat kirin ku cînayet bê ronîkirin û berpirsyar bên cezakirin û hat gotin, “Rêya pêkanîna edaleta civakî û aştiyê di vê kolanê re derbas dibe.”
Parêzerên Baroya Amedê bi cubeyên xwe, malbata Elçî, serokên baroyan, hiqûqnas, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li ber Dadgeha Amedê civiyan û heta ber Minareya Çarling a ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin meşiyan.
Di meşê de wêneyê Elçî û pankarta bi Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Tahir Elçî rûmeta me ye”, “Tahir Elçî nemir e” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Esnaf û welatiyan jî bi çepikan piştgirî da meşê.
Piştî ku girse bi çepik û dirûşman gihîşt ber Minareya Çarling, strana Ahmet Kaya ya “Diyarbakır Türküsü” û axaftina dawî ya Elçî ya berî ku bê kuştin hatin guhdarkirin.
Paşê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî û parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Sînan Çîftyurek axivîn.
Axaftvanan xwest ku di serî de kuştina Tahir Elçî hemû kuştinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê bên ronîkirin û kujer bên cezakirin û diyar kir ku aştî jî tenê bi van gavan dikare pêk were.
“Parêzvanekî rastîn ê mafan bû”
Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn diyar kir ku Elçî wekî parêzvanekî bihêz ê edalet, mafên mirovan û nirxên demokratîk di tevahiya jiyana xwe de aştî parastiye.
Buluttekîn wiha axivî:
“Ew kesayetiyeke bêhempa bû ku belkî herî zêde vê pêvajoya bêşerî û lêgerîna aştiyê ya îro li welêt tê jiyîn dixwest û ji bo vê jiyana xwe dida ber çavan.
Ji bo ku ronahiyê bide ser tarîtiya binpêkirinên mafê jiyanê, şkence û miameleya xerab, kuştinên kiryarnediyar û bîrên asîdê di serdem û şert û mercên herî dijwar de berpirsyarî girt ser xwe.
Ew parêzvanekî rastîn ê mafan bû ku hiqûq wekî sîstem û rêbazeke parastina rûmeta mirovan, edalet, maf û azadiyan diparast û di vê çarçoveyê de di refên herî pêş de li hemberî polîtîka û pratîkên bêcezakirinê têdikoşiya.”
“Yên ku digotin me qasidê aştiyê bêdeng kir dît ku şaş bûne”
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan bal kişand ser wê yekê ku cînayeta li ber çavên hemû bajarî qewimî tenê ji aliyê sîstema dadweriyê ve nehatiye dîtin.
Sagkan diyar kir ku pratîka bêcezakirinê ya ku Elçî bi salan li dijî wê têkoşiya di dosyaya wî bi xwe de jî bi awayekî tal derketiye holê û got ku ew wekî saziyên hiqûqê ev 11 sal in ji bo ronîkirina cînayetê têdikoşin.
Sagkan da zanîn ku cînayeta Elçî ji bo kuştinên kiryarnediyar ên li Tirkiyeyê dosyayeke sembol e û wiha pê de çû:
“Eger îro tê xwestin ku civak piştgiriyê bide vê pêvajoyê, divê pişta xwe nedin Minareya Çarling.
Eger her kes berê xwe bide vê derê û bibêje ‘Bila cînayeta Tahir Elçî bê ronîkirin’ wê demê pêvajo dê watedar bibe.
Divê ev deng bê bilindkirin. Em bi tena serê xwe bimînin jî em dê dev ji têkoşînê bernedin.
Yên ku digotin me Tahir Elçî, qasidê aştiyê bêdeng kir dît ku ew çi qasî şaş bûne.
Bi hezaran hevpîşe û birayên wî hene ku dê têkoşîna wî bidomînin.”
“Divê kiryarên Tahir Elçî bên dîtin û cezakirin”
Hevjîna Elçî, Turkan Elçiyê jî wiha got:
“Divê xeyala her kesê mexdûr û nemexdûr aştî be. Bi zorê, tundiyê, gefan û kiryarên nedemokratîk aştî pêk nayê.
Bi qasî zindiyan, aştî mafê wan kesan e jî ku berjewendiyên civakê li pêşiya berjewendiyên xwe girtine, kêlên gora wan nînin û kiryarên wan di tarîtiyê de hatine veşartin.
Divê kiryarên Tahir Elçî bên dîtin û bên cezakirin. Rêya pêkanîna edaleta civakî û aştiyê di vê kolanê re derbas dibe.”
Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Newroz Uysal Aslanê jî diyar kir ku Elçî di têkoşîna hiqûqê de roleke pêşeng lîstiye û mil bi mil bi gelê xwe re ji bo aştiyê têkoşiyaye.
Aslanê da zanîn ku xwedîderketina li bîranîna Elçî bi berdewamkirina têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê dibe û got:
“Xwedîderketina li mîrasa wî piştgirîkirina pêşveçûna pêvajoyê ye. Em dê li têkoşîna wî xwedî derkevin.”
Merasîma bîranînê bi danîna qerenfîlan a li ber Minareya Çarling bi dawî bû.



