Hewlêr (Rûdaw) - Olîmpiyada Hişê Çêkirî bi beşdariya 100 ciwanan ji bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Kerkûk û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dest pê kir.
Beşdar dê di nava çar hefteyan de ji bo dîtina çareseriyên ji bo pirsgirêkên civakê û şirketên navxweyî rahênanê bibînin û piştre serkeftî dê bên şandin Koreya Başûr.
Îro (28ê Çiriya Paşîn) yekemîn olîmpiyada taybet a hişê çêkirî bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê û bi hevkariya Koreya Başûr dest pê kir.
Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê ji cihê olîmpiyadê ragihand ku ji nav 2 hezar ciwanên ku forma serlêdanê ya ji bo vê bernameyê tije kiribûn 100 ciwan ji bo beşdarbûna di pêşbirkê de hatine destnîşankirin.
Nûçegihana Rûdawê da zanîn ku piştî merasîma destpêkirina olîmpiyadê, beşdar dê vegerin bajarên xwe.
Şirketa Ovanayê ku rêkxera bernameyê ye dê ji bo wan rahêneran dabîn bike da ku di nava mehekê de rahênanê bi wan bikin.
Pêşbirka ciwanan û geşta Koreyayê
Li gorî agahiyên nûçegihana Rûdawê, di merasîmê de çend panel û konferans tên lidarxistin.
Şirketên navxweyî pirsgirêk û pêdiviyên xwe yên di warê hişê çêkirî de tînin zimên da ku ciwanên beşdar di dema rahênanên xwe de ji bo dîtina çareseriya wan pirsgirêkan bixebitin.
Dilniya Rehmanê da zanîn ku piştî bidawîhatina dema rahênanan, beşdar dê bi awayê takekesî yan di komên 3 kesî de bên nirxandin.
Piştre dê 3 serkeftî yan 3 komên serkeftî bên destnîşankirin û wekî xelat dê wan bişînin Koreya Başûr da ku li wê derê rahênanên pêşketîtir bibînin û piştre ji bo xizmetkirina şirketên navxweyî vegerin.
Beşdar çawa behsa armancên xwe dikin?
Xwendekarê warê hişê çêkirî Şahan ku ji Silêmaniyê beşdar bûye ji nûçegihana Rûdawê re got ku ciwanên Kurdistanê hewl didin wan pirsgirêkên ku li Kurdistanê hene destnîşan bikin, bi rêya hişê çêkirî çareser bikin û şopa xwe bihêlin.
Şahan ji Rûdawê re got:
“Berê di warê çandiniyê de projeyeke min hebû û min hişê çêkirî tê de bi kar anî.
Ez vê olîmpiyadê ji bo danîna pêwendiyê li gel Konsulxaneya Koreyayê û bipêşxistina şiyanên xwe yên di warê hişê çêkirî de wekî derfeteke mezin dibînim.”
Derçûyê zanista kompûterê Erselan ku ji Zaxoyê beşdar bûye ji nûçegihana Rûdawê re ragihand ku armanca wî ew e ku wekî ciwanekî Kurd şiyanên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xizmeta civaka Kurdî bi kar bîne.
Erselan ji Rûdawê re got:
“Ez berê di gelek waran de xebitîme, bi taybetî di warê tenduristiyê û xizmetkirina şirket û karsaziyan de.
Bi ya min em dikarin bi rêya hişê çêkirî karsaziyan bi pêş bixin û berhem û xizmetguzariyên wan baştir bikin.”
Di çend salên borî de girîngîpêdana bi teknolojiya hişê çêkirî ya li Herêma Kurdistanê zêde bûye.
Zanîngeh, navendên dahênanê û şirketên sektora taybet bi armanca girêdana şiyanên ciwanan bi bazara kar ve û dîtina çareseriyên teknolojîk ên ji bo sektorên cuda gelek konferans, pêşbirk û xulên rahênanê li dar xistine.


