Hewlêr (Rûdaw) - KCKyê biryara Hikûmeta Bexdayê ya li ser kêmkirina mafên federasyona Herêma Kurdistanê rexne kir.
KCKyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku "Tevgera me ya Azadiyê ji bo parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wekî berê dê ji niha û pê ve jî bi berpirsyariya xwe rabe."
“Biryara Bexdayê destwerdana li qada jiyanê ye”
Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê li ser biryarên dawî yên Serokwezîrê Îraqê wiha got:
"Serokwezîrê Îraqê eşkere kir ku wan biryar daye qadên petrolê û deriyên sînorî yên li Başûrê Kurdistanê radestî hikûmeta navendî bên kirin.
Wî xwest ku qadên petrolê û deriyên gumrikê yên li Başûrê Kurdistanê radestî wan bên kirin.
Ev yek tê wê wateyê ku hemû çavkaniyên aboriyê yên federasyona Başûrê Kurdistanê radestî hikûmeta navendî bên kirin. Civakek û pergaleke siyasî dema ji çavkaniyên malî bêpar bimîne, hingî bi temamî tê girêdan.
Bi taybetî di serdema heyî de çavkaniyên malî ji aliyê avakirin û parastina pergala siyasî, çandî, civakî û aborî ve xwedî roleke girîng in.
Lewma biryara Hikûmeta Bexdayê tê wateya sînordarkirina aliyên bingehîn ên jiyanê û destwerdana yekser a li qada jiyanê ya federasyona Başûrê Kurdistanê."
KCKyê diyar kir ku sedema bingehîn a rûdana pirsgirêkên di navbera civakên neteweyî, bawerî û etnîkên cuda de domandina feraseta desthilatdariya navendî ya sedsalên 19an û 20î ye û got:
"Piştî damezirandina Îraqê feraseta serwerî û desthilatdariya navendî kir ku bi Kurdan re bikeve nava pirsgirêkên cidî. Kurdan ev polîtîka qebûl nekirin û têkoşiyan.
Di demekê de ku piştî rapora Komîsyona Mûsilê ya ku sala 1924an Cemiyeta Eqwaman diyar kir, dema ku biryar hat dayîn ku Başûr di nava Îraqê de bimîne, heman komîsyonê biryareke din jî qebûl kir ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin û bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibînin.
Lê belê ji ber ku Hikûmeta Îraqê ev biryara Komîsyona Mûsilê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih neanî, Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn ên neteweyî bi dehan salan têkoşîn meşand.
Sala 2003yan desthilatdariya hegemonya navendîperestiyê hilweşiya û destûreke bingehîn a nû hat amadekirin.
Di vê destûra bingehîn de li şûna feraseta dewleta navendîperest a berê pergaleke siyasî ya hîn demokratîk hat avakirin û federasyona Başûrê Kurdistanê jî wekî statuyeke destûra bingehîn hat qebûlkirin."
“Îraq gaveke şaş diavêje”
KCKyê hewldana Hikûmeta Îraqê ya ji bo kêmkirina mafên federasyona Başûrê Kurdistanê wekî "jinûve ferzkirina feraseta navendîperestiyê ya berê" bi nav kir û got:
"Lê belê ev feraset bûbû sedem ku Îraq bi dehan salan bi Kurdan re bikeve nava pirsgirêkên cidî. Lewma Hikûmeta Îraqê gaveke şaş diavêje.
Gaveke şaş avêtiye ku ji aliyê yekîtiya demokratîk û aramiya Îraqê ve dikare pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne.
Hem ji bo tevahiya Îraqê hem jî ji bo Kurdan ya bi xêr û baş ew e ku Hikûmeta Îraqê dest ji vê gava şaş berde û bi feraseta ku yekîtiya demokratîk a Îraqê xurt bike tevbigere."
“Pêwîstî bi hikûmeteke yekîtiya neteweyî heye”
KCKyê bal kişand ser girîngiya yekîtiya demokratîk a Kurdan û xwest ku li Başûrê Kurdistanê hikûmeteke hevpar bê avakirin:
"Ji bo ku Kurd rastî rewşên bi vî rengî neyên, yekîtiya Kurd a demokratîk gelekî girîng e. Kurd jî divê ji aliyê siyasî ve dest ji feraseta navendîperestiyê berdin û feraseta yekîtiya demokratîk ji xwe re bikin esas.
Ya ku niha pêwîstiya Başûrê Kurdistanê pê heye avakirina hikûmeteke yekîtiya neteweyî ya demokratîk e ku hemû partiyên siyasî di nav de bin. Hikûmetek ne ji partiyekê ne jî ji du partiyan, hikûmeteke ku hemû derdorên civakî û siyasî yên hemû partiyên Kurd lê tên temsîlkirin, dê Kurdan û Federasyona Başûrê Kurdistanê xurt bike.
Feraseta partiyan a ferzkirina serweriya xwe Kurdan û federasyonê xurt nake. Jixwe sedema lawaziya heta niha rû da, neafirandina yekîtiya Kurd a demokratîk e."
KCKyê destnîşan kir ku federasyona Başûrê Kurdistanê di encama têkoşîna gelê Başûr û tevahiya gelê Kurdistanê de wekî destkeftiyekê hatiye afirandin û têkoşîna wan a 54 salan di avabûna van destkeftiyan de xwedî pareke mezin e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ev 2 sal in pêşniyara avakirina hikûmeteke yekîtiya demokratîk li Başûrê Kurdistanê dike û wiha hat gotin:
"Rêber Apo di vê pêvajoyê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû tên danîn, bi dîtina girîngiya yekîtiya demokratîk a Kurd 2 sal in pêşniyara avakirina hikûmeta yekîtiya demokratîk dike ku hemû partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê tê de cih bigirin.
Bangên xwe yên bi vê armancê yekser gihandin PDK û YNKyê jî. Divê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çareseriya pirsgirêkan di yekîtiya demokratîk de bibînin. Ya ku Kurdan xurt bike hikûmeta yekîtiya demokratîk e ku Rêber Apo pêşniyara wê dike.
Em bi mehan e ji bo vê bangê dikin û dinirxînin. Îro hîn bêhtir û baştir hatiye fêmkirin bê pêşniyar û banga Rêber Apo çi qasî girîng e."
Banga ji bo yekîtiyê
KCKyê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje pê kir ku hîn jî li ser çar parçeyên Kurdistanê ferasetên ku îradeya Kurdan nas nakin didomin û wiha bang kir:
"Lewma divê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê di nava yekîtiya demokratîk de bin. Her wiha divê hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên Rojhilata Navîn û cîhanê jî hêzê bidin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan.
Em bang dikin ku Îraq dest ji gavên hegemon û navendîperestiyê berde û Kurd divê di pêvajoyên wiha de ji bo parastina destkeftiyên xwe di nava yekîtiyê de tevbigerin."



