کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana û Serok Mesûd Barzanî / Wêne: Baregeha Barzanî

Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana û Serok Mesûd Barzanî / Wêne: Baregeha Barzanî

Kurdistan

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê ti biryara li derveyî destûrê qebûl nake

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk hat berdan
Kurdistan25-11-2026

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk hat berdan

Qanûn û yasayên nenivîsandî yên desthilatê ya li Herêma Kurdistanê
Kurdistan25-11-2026

Qanûn û yasayên nenivîsandî yên desthilatê ya li Herêma Kurdistanê

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin
Kurdistan25-11-2026

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê got, " Herêma Kurdistanê ti biryareke li derveyî destûrê qebûl nake."

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana pêşwazî kir.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Hewlêrê Tommaso Sansone jî di civînê de amade bû.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Niccolo Fontana daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û bipêşketinên nû yên di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatin nirxandin.

"Destûrê desthilat diyar kirine"

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serok Barzanî di civînê de amaje bi biryara leşkerî ya doh a Hikûmeta Federal a Îraqê kir û got:

"Destûrê cureyê desthilat û pêwendiyên navbera her du aliyan diyar kirine.

Herêma Kurdistanê ti biryar û mijara ku li derveyî Destûra Îraqê be re qebûl nake."

"Kes nikare vîna xwe bisepîne"

Serok Barzanî her wiha destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû hewl tên dayîn û wiha pê de çû:

"Lê mafê ti kes û aliyî nîne ku bi biryarên nedestûrî û bi hişmendiyeke înkarker, îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê bisepîne."

Piştgiriya Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê

Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana jî diyar kir ku welatê wî bi girîngî li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre.

Fontana ragihand ku Îtalya piştgiriyê dide Herêma Kurdistaneke bihêz û yekgirtî.

Balyozê Îtalyayê her wiha hêvî kir ku pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rêya diyalog û lihevkirinê çareser bibin û bigihîjin encameke baş.

Pirsên