کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xwediya zêviyê / Wêne: Rûdaw

Xwediya zêviyê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Li Efrînê zêdetirî 100 darên zeytûnan ên malbateke Kurd hatin birîn

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şêrwan Şemêranî: Piştgiriya derve li pişt biryarên Elî Zeydî heye
Kurdistan25-11-2026

Şêrwan Şemêranî: Piştgiriya derve li pişt biryarên Elî Zeydî heye

Şirovekarên Amerîkayî: Bicihanîna van biryaran zehmet e
Kurdistan25-11-2026

Şirovekarên Amerîkayî: Bicihanîna van biryaran zehmet e

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin
Kurdistan24-11-2026

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Şerayê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 100 darên zeytûnan ên malbateke Kurd hatin birîn.

Malbatê vîdeoya dayîka xwe ya bi nasnavê "Sêvê" belav kir ku xwediyên zeviyê ne û zeviya wan dikeve navbera gundên Dêkmedaş û Qestel Cindoyê.

Roja duşemê 23yê Çiriya Paşîn a 2026an dema ku çûn zeviyê xwe, wan dît ku zêdetirî 100 darên zeytûnan hatine birîn.

Wê malbatê dîmenên darên birî li ser kanala xwe ya YouTubeyê ya bi navê "Malbata Sêvê" belav kir.

Di vîdeoyê de endamên malbatê bi xemgînî û girî wan daran nîşan didin ku bi salan ked dane wan û dayîka malê jî bi girî nerazîbûna xwe li hemberî vî karî tîne zimên.

Beşeke ji endamên Malbata Sêvê par piştî 12 salan ji koçberiyê vegeriyabûn Efrînê.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, ew 20ê vê mehê li mala xwe bi cih bûbûn lê tenê 3 roj bi şûn de darên wan ên zeytûnan hatin birîn û heta niha nasnameya wan kesên ku ev kar kiriye nehatiye eşkerekirin.

“Li gundewarê Efrînê dar tên birîn û tên firotin”

Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman piştî piştrastkirina birîna daran ji Rûdawê re got:

"Li gundewarê Efrînê dem bi dem darên zeytûnan û daristan tên birîn. Ev jî di demekê de ye ku metirsiya kêmbûna qadên kesk û gihandina zererê ya bi zeviyên çandiniyê heye.

Ev yek bi taybetî li gel belavbûna diyardeya birîna daran û firotina wan wekî êzingên ji bo xwe-germkirinê zêde bûye ku rasterast gefê li hebûna çandiniyê ya herêmê û çavkaniya debara xwediyên zeviyan dike."

Ramî Ebdulrehman da zanîn ku tevî birîna daran, li ser şêniyên hejmareke gundan baceke neyasayî hatiye sepandin ku gundên Qetme, Meydan Ekbez û Metîna yên herî berbiçav in.

Ebdulrehman destnîşan kir ku ev rewş di bin siya aloziyeke ewlehiyê û metirsiya zêdebûna binpêkirinên li hemberî mal û milkên sivîlan de pêk tê.

Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê 28ê Çiriya Pêşîn jî ragihandibû ku darên zeytûnan ên welatiyekî li gundê Qetmeyê nahiyeya Şerayê hatine birîn û dizîn.

Ji sala 2018an ve 800 hezar darên zeytûnan hatine birîn

Birîna darên zeytûnan li herêma Efrînê bûye diyardeyeke berdewam û zerereke mezin gihandiye cotkarên Kurd ên herêmê.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, ji sala 2018an heta îsal li Efrînê nêzîkî milyonek û 500 hezar dar hatine birîn ku 800 hezar ji wan darên zeytûnan in.

Nûçeyên Têkildar

Şêrwan Şemêranî: Piştgiriya derve li pişt biryarên Elî Zeydî heye
Kurdistan25-11-2026

Şêrwan Şemêranî: Piştgiriya derve li pişt biryarên Elî Zeydî heye

Şirovekarên Amerîkayî: Bicihanîna van biryaran zehmet e
Kurdistan25-11-2026

Şirovekarên Amerîkayî: Bicihanîna van biryaran zehmet e

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin
Kurdistan24-11-2026

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin

Pirsên