Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî payebilind ê saziyeke stratejîk a Amerîkayê biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên ji bo kontrolkirina qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê wekî "nîşandana hêzê" bi nav kir.
Wî berpirsî da zanîn ku bicihanîna van biryaran dê zehmet be.
Berpirsê Îstixbarata Stratejîk a Horizon Engageyê Michael Knights ji Al-Monitorê re axivî û got:
"Ev yek nîşandaneke zîrekane ya hêzê ye ji aliyê Serokwezîr Zeydî û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zêdan ve.
Bicihanîna operasyoneke bi vî rengî ya li dijî torên qaçaxçîtiya petrolê yên ku dîroka wan digihîje beriya 50 salan dê gelekî zehmet be.
Di encamê de Zeydî û Zêdan piştî ku hêza xwe nîşan dan dê ji hinek ji van toran bi paş ve gavan biavêjin."
"Li ser hesabê mafê Kurdan e"
Li aliyê din, Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Berpirsa Karên Îraqê û Birêvebira Înîsiyatîfa Îraqê ya Atlantic Councilê Victoria Taylorê jî li ser mijarê ji Al-Monitorê re axivî û got:
"Ji bo Zeydî ev gav wî ji wan rexneyan diparêzin ku digotin ew tenê bi qaçaxçîtiya petrolê ya komên Şîeyan re têdikoşe.
Lê belê di heman demê de kontrola federal a li ser Herêma Kurdistanê zêde dike û ev jî li ser hesabê mafê Kurdan ê birêvebirina xwe bi xwe pêk tê."
Helwesta Washingtonê û rola Tom Barrack
Li ser helwesta Amerîkayê, Washingtonê heta niha li ser van pêşhatên dawî ti daxuyanî nedaye.
Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê ji bo Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack rola navbeynkariyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de red kir û ji serkirdeyên Kurd re got, "Vê mijarê li pey xwe bihêlin."
Li gorî nêrîna Taylorê, ev helwesta Barrack ji gumanên wî yên li ser federalîzmê û ji wê baweriya wî tê ku ev pirsgirêkên navxwe yên Îraqê ne û di nav berjewendiyên bingehîn ên Amerîkayê de cih nagirin.
"Siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe"
Damezirînerê şirketa şêwirmendiyê ya Geopole Labsê Remzî Mardînî gavên Bexdayê wekî siyaseta naskirî ya "parçe bike û bi rê ve bibe" pênase kir. Mardînî ji Al-Monitorê re got:
"Peyama herî zelal û pêbawer a ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wekî eniyeke bihêz a Kurdî bidin Bexdayê ew e ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û hikûmeteke nû ava bikin."
Mardînî her wiha da zanîn ku ji bilî vê yekê ti helwest nabin bawerpêkirî û ev rewş dê hêz bide hikûmeta Îraqê ku daxwazên xwe bilindtir bike ku ev yek jî dê parastina helwesta heyî ya Kurdan ji bo her du partiyan girantir bike.
Mardînî hişyarî da ku piştî hilbijartinên Çiriya Pêşîn a 2024an avanebûna kabîneya nû ya hikûmetê ya Herêma Kurdistanê û vekişîna YNKyê ya ji hikûmetê ji aliyê Bafil Talebanî ve 5ê Çiriya Paşîn pêgeha Kurdan lawaz kiriye û ev rewş dikare YNKyê ber bi peymaneke cuda ya bi Bexdayê re bibe.
Biryarên Bexdayê yên li ser qadên petrolê û deriyan
Ev nirxandin piştî wê yekê hatin ku roja sêşemê 24ê Çiriya Paşîn a 2026an Ofîsa Serokwezîriya Îraqê çend biryar derxistin.
Di wan biryaran de ferman da wezaret û saziyên ewlehiyê ku dest deynin ser qadên petrolê û pênc deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê.
Sê ji wan deriyên sînorî li ser sînorê Îranê, yek li ser sînorê Sûriyeyê û yek jî li ser sînorê Tirkiyeyê ye.
Her wiha Wezareta Petrola Îraqê hat erkdarkirin ku qadên petrolê yên di nav sînorên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê de bi rê ve bibe ku qada petrolê ya Xurmalê jî di nav wan de ye.
Ev biryar piştî lêkolînên li ser qaçaxçîtiya li Şirketa Petrola Bakur û di çarçoveya operasyonên berfirehtir ên Zeydî yên li dijî torên neyasayî de hatin standin.
Hefteya borî çûna hêzên federal ên Îraqê ya ber bi Curf es-Sexrê ve ku yek ji navendên sereke yên Ketaîbên Hizbulahê ye beşeke ji van operasyonan bû.
Li gorî agahiyên Al-Monitorê, Zeydî ji dema ku Nîsana borî dest bi erkê xwe kiriye bi piştgiriya Fayîq Zêdan hewl dide komên çekdar ên nêzîkî Îranê sînordar bike da ku pêwendiyên xwe bi Washingtonê re bihêz bike.
Berteka tund a serkirdeyên Kurdistanê
PDK û YNKye di daxuyaniyeke hevpar de biryarên Bexdayê yên kontrolkirina qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Her du partiyan ev gav wekî binpêkirina mafên destûrî û "derbaskirina xeta sor" bi nav kirin û li şûna biryarên yekalî banga diyalogê kir.
Her wiha Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî helwesta xwe ya tund a li dijî van biryaran nîşan da.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke cuda de gavên Bexdayê wekî biryarên "sosret" û "bi ti awayî nayên qebûlkirin" pênase kir.
Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê parastin û hişyarî dan ku biryarên yekalî û ferzkirin xizmeta aramiya Îraqê nakin. Wan da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyaloga li ser bingeha destûrê tekane rê ye. Bafil Talebanî jî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew li dijî biryarên Bexdayê ye.



