کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Neteweyên Yekbûyî: Jenerator û şewitandina gazê hewaya Herêma Kurdistanê jehrî kiriye

Dewran Mehmûd

Dewran Mehmûd

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dewran Mehmûd
Dewran Mehmûd24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan
Kurdistan24-11-2026

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin
Kurdistan24-11-2026

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e
Kurdistan24-11-2026

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Îraqê Peter Hawkins ragihand ku guherîna avhewayê ji mêj ve bandora xwe yên neyînî li ser jiyan û debara xelkê li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Wî amaje bi bilindbûna pileyên germê, zêdebûna bahozên toz û xweliyê û kêmbûna baranê kir ku zexteke zêde xistiye ser sektorên tenduristî, çandinî û dabînkirina ava paqij.

Li gorî Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP), Îraq di rêza pêncem a wan welatan de ye ku herî zêde zerer ji ber guherîna avhewayê dîtiye.

Berpirsekî Wezareta Jîngehê ya Îraqê jî meha Kanûna Paşîn a îsal eşkere kiribû ku di heyama 30 salên borî de rêjeya baranbarînê bi qasî ji sedî 35 kêm bûye.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Îraqê Peter Hawkins beşdarî bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û got, “Rewş roj bi roj zehmettir dibe.”

Wî tekez kir ku pêwîst e Îraq nirxandineke hûr li ser awayê bisînorkirina van guherînan bike.

Qirêjbûna jîngehê û sektora enerjiyê

Hawkins amaje bi metirsiyên şewitandina gaza bi petrolê re, qirêjbûna rûbaran û pîsbûna hewayê kir.

Wî got ku xwespartina zêde ya bi jeneretorên taybet ji bo dabînkirina elektrîkê, asta pîsbûna hewayê gihandiye asteke gelekî bilind ku dibe bi ti awayî neyê qebûlkirin.

Li gorî rapora Banka Cîhanî ya sala 2025an, Îraq li gel Rûsya û Îranê yek ji sê welatên herî mezin ên cîhanê ye di warê şewitandina gaza bi petrolê re de.

Her wiha li gorî pîvana IQAirê, Îraq sala borî li cîhanê di rêza 11emîn a welatên ku hewaya wan herî qirêj e de bû.

Bi vî awayî asta pîsbûna hewaya wê zêdetirî heft qatan ji rênimayên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bilindtir bûye.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li pêbendbûna Hikûmeta Îraqê ya ji bo dawîanîna li şewitandina gazê heta sala 2030î kir.

Her wiha wî xwest ku Îraq gaza xwe ya navxweyî ji bo stasyonên elektrîkê bi kar bîne û sektora enerjiya rojê berfireh bike ku bi gotina wî heta niha wekî pêwîst sûd jê nehatiye wergirtin.

Berê jî Wezîrê Petrolê yê Îraqê meha Tîrmehê ragihandibû ku armanca wan ew e heta dawiya sala 2028an yan serê sala 2029an dawî li şewitandina gazê bînin.

Dosyeya avê û kêmbûna çavkaniyan

Li ser rewşa avê, Hawkins da zanîn ku birêvebirina rûbarên Dîcle û Feratê û ava bin erdê bûye mijara sereke, ji ber ku divê hevsengiyek di navbera bikaranîna avê û zêdekirina berhemên çandiniyê de ji bo nifûseke ku her diçe zêde dibe bê çêkirin.

Her wiha diyar kir ku ji ber başbûna rewşa paqijiyê, niha Îraq bi cureyekî kêmmetirsîdartir ê kolerayê re rû bi rû dibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî sala 2024an 596 pêketiyên kolerayê li Îraqê tomar kiribûn.

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê, sala 2025an wekî hişkesaliya herî dijwar a ji sala 1933yan vir ve pênase kiribû ku tê de embarkirina ava bendavan gihîştibû ji sedî 8an berî ku barana bihêz a sala 2026an rewşê hinekî baştir bike.

Hêjayî gotinê ye ku Îraqê sala 2023yan Peymana Avê ya Neteweyên Yekbûyî îmze kir û Diyaloga Niştimanî ya Avê da destpêkirin.

Kêmasiya daneyan li hemû parêzgehan

Li ser pirsa ka gelo Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû parêzgehan, di nav de Herêma Kurdistanê jî, nirxandin kiriye yan na, Hawkins diyar kir ku nirxandineke rasterast nehatiye kirin û bidestxistina daneyan “karekî zehmet e”.

Lê wî da zanîn ku ji bo bala xwe bidin ser çareseriyan, wan pirsgirêk baş fêm kiriye û got: “Her parêzgehekê bi awayekî cuda, Herêma Kurdistanê jî di nav de, bi awayekî wekhev zerer dîtiye.”

Hawkins anî zimên ku amarên hûr ên koçberiya ji ber guherîna avhewayê li ber dest nînin û rewşa çolbûnê jî tevlîhev e.

Wî diyar kir ku erdên çandiniyê yên li beravên rûbaran ku berê zêde bûbûn, niha dibe ku paş ve biçin.

Piştgiriya Neteweyên Yekbûyî

Hawkins eşkere kir ku Neteweyên Yekbûyî di warê av, veguhestina ber bi enerjiya nûjenbar û komkirina daneyan de alîkariya Wezareta Jîngehê ya Îraqê dike.

Lê belê bal kişand ser wê yekê jî ku tenê nêzîkî sêyeka budceya pêwîst a sala 2026an a Neteweyên Yekbûyî ji bo Îraqê hatiye dabînkirin û got ku eger encamên baş bên nîşandan, dê pereyên zêdetir bên xerckirin.

Têkçûna lûtkeya COP31ê ya li Antalyayê

Hawkins li ser Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê, têkçûna lûtkeyê wekî babeteke “sosret” bi nav kir.

Lûtke roja yekşemê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê, piştî du rojan ji derengketinê bêyî ku bigihîje peymaneke giştgir bi dawî bû. Ev yekem car e ku tiştekî wisa ji sala 2009an vir ve rû dide.

Yekîtiya Ewropayê û çend welatên din reşnivîseke ku behsa devberdana ji sotemeniya fosîlî nedikir red kir. Her wiha nakokiyên darayî yên avhewayê jî bê çareserî man.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres encamên lûtkeyê wekî “bêhêvîbûneke kûr” wesif kir.

Ev lûtke bi mazûvaniya Tirkiyeyê û serokatiya dan û standinan a ji aliyê Chris Bowenê Awistralyayî ve hatibû lidarxistin.

Nûçeyên Têkildar

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan
Kurdistan24-11-2026

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin
Kurdistan24-11-2026

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e
Kurdistan24-11-2026

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e

Pirsên