Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bangî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê bi aqilmendî tevbigerin.
Konseya Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê di daxuyaniyekê de bangî aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê kir û got:
“Başûrê Kurdistanê navenda hêvî û bendewariyên gelê Kurdistanê ye.”
Di daxuyaniya konseyê de wiha hat gotin, “Şerê şûm ê Çaldiranê yê sala 1514an Kurdistan wekî yekîneyeke axê di navbera împaratoriyên Osmanî û Sefewiyan de parçe kir. Piştre encamên Şerê Cîhanê yê Yekem ev parçebûn temam kir, welatê Kurdan kir beranê qurbanê û di navbera çar welatan de parve kir.
Ji wê dîrokê û pê ve, li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo avakirina ji nû ve ya serweriya neteweyî têkoşîneke bênavber dest pê kir. Di vê têkoşînê de bi hezaran ewladên herî bijarte yên welêt canê xwe feda kir.”
Konseyê diyar kir ku Başûrê Kurdistanê wekî yek ji parçeyên Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafên neteweyî û avakirina qewareyeke Kurdistanî, bi fedakariyên bêhempa zêdetirî 70 salan têkoşîneke bi xwîn û hewldaneke ku bedelên giran dixwaze meşandiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin:
“Hemû rastiyên dîrokî yên wê serdemê bi eşkereyî nîşan didin ku têkoşîna salên dirêj a tevgera neteweyî ya Şêx Mehmûdê Hefîd û Mele Mistefa Barzanî, heta komploya jeopolîtîk a sala 1975an, bê guman ji bo parastina nasnameya neteweyî û erdnîgariya Kurdistanê bûye.”
Xala werçerxê ya Kurdan
Konseya Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê da zanîn ku têkoşîna bibiryar a gelê Kurdistanê heta ku raperîna birûmet a sala 1991ê gihîşt armanca xwe berdewam kir û li vî parçeyê Kurdistanê bi avakirina parlamento û hikûmeteke demokratîk a Kurd encam da.
Konseyê anî zimên ku avakirina Parlamentoya Kurdistanê û birêvebiriya herêmî ya bi hilbijartinên azad û demokratîk, di siyaset û têkoşîna Kurdan a li hemû parçeyên Kurdistanê de xaleke werçerxê ye.
Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku naskirina qewareyeke Kurdistanî di Destûra Îraqê de û piştgiriya hevalbendên navneteweyî ya ji bo vê Herêmê, giraniya hêzên Kurdistanî ya li ser asta Bexda û herêmê nîşan dide.
"Navenda hêvî û bendewariyên tevahiya gelê Kurdistanê ye"
Konseyê wiha berdewam kir:
“Tecrubeya birêvebirinê ya li Başûrê Kurdistanê, tevî hemû qeyranan navenda hêvî û bendewariyên tevahiya gelê Kurdistanê ye.
Hevrikiyên siyasî û nêrînên cuda yên li ser birêvebirina welêt, bi ti awayî divê xetên sor ên neteweyî derbas nekin, rûmeta neteweyî û yekparçeyiya erdnîgariya siyasî ya Kurdistanê bin pê nekin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Konseya Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê bangî aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku ew piştgiriya tam didin têkoşîna neteweyî ya gelê Başûrê Kurdistanê.
Konseyê di banga xwe de cih da van çar xalan:
Yekparçeyiya axa di bin kontrola Herêma Kurdistanê de xeteke sor a neteweyî ye û nabe ku bibe qurbaniya ti partî yan aliyekî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavkaniya hêvî û ronahiya çavên parçeyên din ên Kurdistanê ye û wan jî di vê rêyê de bedel daye.
Ji ber vê yekê, nabe ku rê bê dayîn ti kes yan alî wekî metayekê lê binêre.
Em bangî hemû hêz û aliyan dikin ku li gel parastina rûmeta gelê Kurdistanê, hevrikî, pirsgirêk û astengiyên di pêvajoyên siyasî de bi rêya diyalogê çareser bikin.
Em bangî rêxistinên civaka sivîl ên li seranserê Kurdistanê û bi taybetî yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo parastina vê qewareyê berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin.
Konseya Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê
Encumena Çandî û Edebî ya Merîwanê
Encumena Çandî û Edebî ya Rojyarê
Encumena Kesk a Çiyayê
Navenda Çandî û Zanistî ya Ronanê
Navenda Çand û Hunerê ya Vejînê
Jiyanewe
Yemame
Sendîkaya Karkerên Avahîsaziyê
Navenda Ewlehiya Jîngehê



