Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Marat Razhbadinov kir û piştevaniya hikûmetê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtina îro de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûnê pîrozbahî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha hatiye gotin:
"Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendî û dostaniya dîrokî ya di navbera Kurdistan û Rûsyayê de kir.
Her wiha Konsulê Giştî yê Rûsyayê kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û amadebûna welatê xwe ya ji bo xurtkirina hevkariyên dualî di warên cuda de dubare kir."


