Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê ragihand ku 5 gerîlayên wê yên ji Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan eşkere kirin.
PKKyê li gorî biryara kongreya xwe ya Gulana 2025an ragihandibû ku xwe fesix kiriye û çek danîne.
PKKyê niha nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ji raya giştî re eşkere kirin.
Agahiyên kesane û dîrokên tevlîbûnê hatin parvekirin
Di daxuyaniyê de li gel agahiyên kesane yên gerîlayên HPGyê yên ku canê xwe ji dest dane, dîrokên tevlîbûna wan a rêxistinê û xebatên wan jî hatin parvekirin.
Nasnameyên endamên PKKyê wiha ne:
Çalak Ciwanro: Navê wî yê fermî Ferît Şerîfî ye li Ciwanroyê ji dayîk bûye û 7ê Çiriya Paşîna 2018an li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Simko Dalaho: Navê wî yê fermî Behruz Weysî ye li Kirmaşanê ji dayîk bûye û 25ê Gulana 2017an li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Masîro Dalaho : Navê wî yê fermî Îhsan Sadiqpûr e li Serpolê ji dayîk bûye û 28ê Gulana 2020î li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Mêrxas Şaho: Navê wî yê fermî Mehdî Mihemedî ye li Ciwanroyê ji dayîk bûye û 12ê Tebaxa 2022yan li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Rizgar Pejmîn: Elî Riza Mihemedzade ye li Îlamê ji dayîk bûye û 10ê Îlona 2020î li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye



