کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Alaya Kurdistanê / Wêne: Bilind Tahir, Rûdaw

Alaya Kurdistanê / Wêne: Bilind Tahir, Rûdaw

Kurdistan

Kurdên li diyasporayê: Kûrkirina nakokiyan statuya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin
Kurdistan21-11-2026

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin
Kurdistan21-11-2026

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin

SÊRT - Şaredar Enes Cengîz û 4 endamên meclisê ji DEM Partiyê îstifa kir
Kurdistan20-11-2026

SÊRT - Şaredar Enes Cengîz û 4 endamên meclisê ji DEM Partiyê îstifa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek hunermend, nivîskar, akademîsyen û çalakvanên li diyasporayê li hemberî rewşa Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe anî zimên û hişyarî da ku kûrkirina nakokiyên siyasî, destkeftî û statuya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyeke mezin.

Hejmarek hunermend, nivîskar, akademîsyen û çalakvanên li diyasporayê daxuyaniyeke hevpar belav kir û anî zimên:

“Em bangî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku nakokiyên xwe bi rêya diyalog û lihevkirineke aştiyane çareser bikin.”

“Statuya Herêma Kurdistanê dikeve ber metirsiyê”

Di daxuyaniya Kurdên diyasporayê de hat diyarkirin:

“Pêdagiriya li ser kûrkirina nakokiyên siyasî û rikbaziyên desthilatê, ne tenê aramiya siyasî û civakî, di heman demê de destkeftî û statuya Herêma Kurdistanê jî dixe ber metirsiyeke mezin.”

Ew koma kesayetiyên diyasporayê di wê baweriyê de ye ku rêya sereke ya ji bo derketina ji qeyrana siyasî û çareserkirina pirsgirêkên desthilatdariyê, bihêzkirina rola parlamentoyê û pêkanîna hikûmeteke niştimanî ye.

“Parastina statuyê erkekî neteweyî û dîrokî ye”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin:

“Hebûna Herêma Kurdistanê û saziyên wê ji bo Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê cihê serbilindiyê ye.

Loma parastina aramî û statuya wê ne tenê xwestekeke siyasî ye, di heman demê de erkekî neteweyî û dîrokî ye.

Di vê qonaxê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên PDK û YNKyê.”

Wan nivîskar û çalakvanên diyasporayê tekez kir ku serkeftin an têkçûn ne tenê ya partiyekê an jî serokekî ye, ya hemû gelê Kurd e û pê de çû:

“Ji ber vê yekê girîng e ku hemû aliyên Herêma Kurdistanê di demeke kurt de berjewendiyên neteweyî deynin ser berjewendiyên partiyan û erkên xwe bi cih bînin.”

“Mafên neteweyî di ser her tiştî re ne”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:

“Mafê her partî, rêxistin û welatiyekî Kurdistanê ye ku bi azadî nêrîn û ramanên xwe yên li ser bûyeran bîne zimên û bi rêya pêşbirkeke aştiyane û demokratîk ji bo pêkanîna wan bixebite lê belê mafê neteweyî di ser hemû mafên takekesî, partîtî û rêxistiniyê re ye.”

Pirsên