Hewlêr (Rûdaw) - Bi Biryara Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê biryara girtina 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên pîşeyî yên girêdayî Zanîngeha Dîlokê û Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê hat dayîn.
Bi Biryara Serokkomariya Tirkiyeyê ya Hejmar 12016an a di Rojnameya Fermî de, biryar hat dayîn ku hinek fakulte û dibistanên bilind ên girêdayî Zanîngeha Dîlokê û Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê yên ku li Sûriyeyê dixebitîn bên girtin.
Fakulte û dibistanên bilind ên ku hatine girtin
Di çarçoveya biryarê de ev beşên girêdayî Zanîngeha Dîlokê hatin girtin:
Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Cerablûsê
Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya li El-Babê
Fakulteya Zanistên Îslamî ya li Ezazê
Fakulteya Perwerdeyê ya li Efrînê
Her wiha Fakulteya Tibê ya Çobanbeyê û Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Xizmetguzariyên Tenduristiyê ya Çobanbeyê yên girêdayî Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê jî di nav wan beşan de bûn ku hatin girtin.



