کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Mehabadê di 24 saetan de 3 otomobîl şewitîn: 3 birîndar hene

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Projeyeke bazirganiya navneteweyî: 70 şirketên Mêrdînê daxwaza beşdariyê kir
Kurdistan20-11-2026

Projeyeke bazirganiya navneteweyî: 70 şirketên Mêrdînê daxwaza beşdariyê kir

Civîna duyem a li ser pêvajoyê li Dêrsimê tê lidarxistin
Kurdistan20-11-2026

Civîna duyem a li ser pêvajoyê li Dêrsimê tê lidarxistin

Parêzgarê Sineyê: Navên resen ên Kurdî dê li gundan bên vegerandin
Kurdistan20-11-2026

Parêzgarê Sineyê: Navên resen ên Kurdî dê li gundan bên vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de di 3 bûyerên cuda yên trafîkê de agir bi 3 otomobîlan ket.

Di bûyeran de 3 kes birîndar bûn û 2 otomobîl bi temamî şewitîn û êdî kêrî bikaranînê nayên.

Alîkarê Birêvebirê Parastina Sivîl a Mehabadê Serdar Fedakar agahiyên li ser her 3 bûyer û şewatên otomobîlan ên ku di nava rojê de li Mehabadê qewimîne parve kirin.

Fedakar eşkere kir ku di bûyeran de bi giştî 3 kes birîndar bûne.

Yekem bûyer êvara pêncşemê 19ê Çiriya Paşîn de li ser rêya Mehabad-Miyanduabê qewimî.

Li gorî agahiyên ku Fedakar dane, otomobîleke rêwiyan a cureyê Samand û kamyoneteke cureyê Saipa li hev qelibîn.

Piştî lihevqelibînê agir bi otomobîla rêwiyan ket û agir bi alîkariya şofêran hat kontrolkirin lê di qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Alîkarê Birêvebirê Hawarçûna Bilez ê Mehabadê jî da zanîn ku birîndar ji otomobîlê hatine derxistin, li cihê bûyerê midaxeleya yekem ji wan re hatiye kirin û piştre ew veguhastine nexweşxaneyê.

Pride û Peugeot 405 bi temamî şewitîn

Di nava heman 24 saetan de li herêma Azadiyanê ya bajêr jî ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin agir bi otomobîleke din ket.

Her çend tîmên îtfaiyeyê û parastina sivîl bi lez midaxele kirin û agir vemirandin jî otomobîl bi temamî şewitî û têk çû.

Bûyereke bi heman rengî jî li nêzîkî gundê Mazeleyê yê li ser rêya Mehabad-Serdeştê qewimî.

Ji ber têkçûneke di sîstema elektrîkê de agir bi otomobîleke cureyê Peugeot 405 ket û ew bi temamî şewitî.

Fedakar da zanîn ku hem di bûyera li Azadiyanê û hem jî di ya li nêzîkî Mazeleyê de kes nemiriye.

Pirsên