Hewlêr (Rûdaw) - Mustafa Çîftçî dê sibe li Dêrsimê bi parêzgarên 8 parêzgehan û birêvebirên pilebilind ên yekîneyên ewlehiyê re li ser pêvajoya berdewam a çareserkirina Pirsgirêka Kurdan cara duyem bicive.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û parêzgar, fermandarên cendirmeyan û birêvebirên ewlehiyê yên parêzgehên Dêrsim, Semsûr, Bayburt, Xarpêt, Erzirom, Erzingan, Meletî û Rihayê dê sibe bi rojeva “pêvajoya aştiyê” bên ba hev.
Fermandarên giştî jî dê beşdar bibin
Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Alî Çardakci û Birêvebirê Giştî yê Ewlehiyê Alî Fîdan jî dê beşdarî civînê bibin.
Her wiha serokên îstixbaratê û serokên daîreyên têkoşîna li dijî terorê (TEM) yên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê jî dê di civînê de amade bin.
Civîna yekem li Êlihê hatibû kirin
Civîna yekem 17ê Çiriya Pêşîn li Êlihê hatibû lidarxistin.
Di wê civînê de parêzgar, fermandarên cendirmeyan û birêvebirên ewlehiyê yên parêzgehên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex û Wanê beşdar bûbûn.
Di civînê de xebatên ku tên meşandin, tedbîrên ewlehî û asayîşê yên li herêmê û gavên ji bo xurtkirina pergala giştî hatibûn gotûbêjkirin.



