Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Awdananê yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, 7 xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku doh êvarî hejmarek welatî li bajarê Awdananê yê parêzgeha Îlamê li hev civiyan.
Welatiyan ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî xemsariya berpirsan a li ser rewşa xirab a rêyan û mirina karmendên pîşesaziya petrol û gaza Dêloranê xwenîşandanek kir.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di xwenîşandanê de alozî derketiye û hêzên ewlehiyê bi bikaranîna gaza rondikrêj xwestiye xwenîşanderan belav bikin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, heta niha 7 xwenîşanderên bi navên Armîn Suleymanî, Esxer Ekberî, Bêhnam Muradî, zarokê bi navê Sîna Derwîşî, Seîd Ebdulahî, Îrec Heyderî û Muhsîn Bawîr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Di qezaya otobusê de 13 endezyar miribûn
Ev nerazîbûnên li Awdananê piştî wê yekê rû dan ku êvara şemiyê otobusa çûn û hatinê ya karmendên şirketa Petro-Parzûngeha Dêloranê qulibî ku piraniya rêwiyên wê karker û endezyarên xelkê Awdananê û gundên derdorê bûn.
Di wê bûyerê de 13 endezyar mirin û 15 kes jî birîndar bûn ku li nexweşxaneyên Îlam û Dêzfûlê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.



