Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku li şûna Hevşaredarê Hewagê yê ku ji erkê xwe hatibû bidûrxistin Îsmaîl Yildiz, Omer Çîçek wekî hevşaredarê nû hatiye diyarkirin.
Komîsyona Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê li ser diyarkirina hevşaredarê nû yê navçeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Omer Çîçek wekî Hevşaredarê Şaredariya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hatiye destnîşankirin.
Hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de nêrînên Meclisa Şaredariya Hewagê, saziyên sivîl û yên rêxistina DEM Partiyê ya parêzgeha Rihayê hatine wergirtin.
Ji ber gazinên xelkê ji erkê hatibû bidûrxistin
Komîsyona Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk di daxuyaniya xwe de bi bîr anî ku Hevşaredarê berê Îsmaîl Yildiz 7ê Tîrmeha 2026an ji erkê hatiye bidûrxistin û got:
"7ê Tîrmeha 2026an bi daxuyaniya komîteya me re hatibû ragihandin ku Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz di çarçoveya 'Prensîba Paşvebangkirinê' de ji erkê hatiye bidûrxistin.
Ev prensîb li gorî gilî û gazinên xelkê Hewagê yên ji bo partî û komîteyên me û li ser bingeha mekanîzmaya kontrolê hat sepandin."
"Bila ji bo xelkê Hewagê bi xêr be"
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo şûna Yildiz pêvajoyeke berfireh hatiye meşandin û hat gotin:
"Nêrîn û pêşniyarên Meclisa Şaredariya Hewagê, saziyên demokratîk ên navçeyê û rêxistina me ya Rihayê hatin wergirtin da ku nêrînên hemû pêkhateyan di biryarê de cih bigirin.
Piştî nirxandina endamên pêwendîdar ên partiyê, hat biryardan ku di serdema nû de hevalê me Omer Çîçek bibe Hevşaredarê Hewagê.
Em hêvî dikin ev biryar ji bo xelkê Hewagê bi xêr be û di vê erkê wî yê nû de ji hevalê xwe Omer Çîçek re serkeftinê dixwazin."



