Hewlêr (Rûdaw) - 13 baroyên Bakurê Kurdistanê piştî desteserkirina parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên li Îzmîrê û desteserkirina endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) daxuyaniyeke hevbeş belav kir û nerazîbûn nîşan da.
13 baroyên Bakurê Kurdistanê diyar kir ew cure destêwerdanên li dijî parêzer, çalakvanên siyasî û xebatkarên çapemeniyê li dijî hiqûqê ne û hat tekezkirin ku ew gefê li “dewleta hiqûqê, azadiya kesî û mafê wergirtina nûçeyan” dixwin.
Baroyan bang kir ku mafên bingehîn ên kesên desteserkirî bên misogerkirin, sînordarkirinên li ser mafê parastinê bên rakirin û demildest dawî li destêwerdanên neyasayî bê anîn.
“Ev destêwerdan nayên qebûlkirin”
Di daxuyaniya hevbeş a baroyan de wiha hat gotin:
“Em destêwerdanên li dijî mafê parastinê, siyaseta demokratîk û azadiya medyayê qebûl nakin!
Li Îzmîrê bi serdegirtinên li ser malan desteserkirina parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji aliyê mafê parastinê û serbixwebûna pîşeya parêzeriyê ve destêwerdaneke ku nayê qebûlkirin e.
Li aliyê din, piştî ku 7ê Çiriya Paşîna 2026an li Amedê partî û tevgerên siyasî yên Kurdan bi navê Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) yekîtiyeke siyasî ava kir, 17ê Çiriya Paşîna 2026an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, hevpîşeyê me Parêzer Hesen Dagtekîn jî di nav de gelek siyasetmedar û birêvebirên partiyên siyasî hatin desteserkirin.”
“Qeyûmê li ser Sozcu TVyê gefê li azadiya çapemeniyê dixwe”
Baroyan bal kişand ser qedexeya 24 saetan a hevdîtina bi parêzeran re û operasyona li dijî Sozcu TVyê û wiha berdewam kir:
“Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, birêvebirina lêpirsînê di çarçoveya sûcê ‘têkdana yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welêt’ a di xala 302yan a Yasaya Cezayê ya Tirkiyeyê de û sînordarkirina mafê hevdîtina kesên desteserkirî ya bi parêzerên wan re ji bo 24 saetan, ji aliyê maf û azadiyên bingehîn û mafê parastinê ve dibin sedema dilgiraniyên cidî yên hiqûqî.
Di heman rojê de di çarçoveya operasyona li dijî Sozcu TV û sozcu.com.tryê de desteserkirina hinek birêvebiran û danîna qeyûm jî ji aliyê azadiya çapemeniyê û mafê wergirtina nûçeyan ê gel ve nayên qebûlkirin.
Destêwerdana bi rêya tedbîrên dadwerî ya di birêvebiriya saziyên çapemeniyê de zererê dide qada medyaya pirreng û li ser rojnamegeriya rexnegir zextê çêdike.”
“Çalakiyên siyasî ne sûc in”
Di daxuyaniyê de tekezî li ser xalên destûrê û peymanên navneteweyî hat kirin û hat gotin:
“Di dewleteke hiqûqê ya demokratîk de derbirîna ramanên siyasî, hatina ba hev a partiyên siyasî û avakirina hevpeymaniyên demokratîk ne sûc in, bikaranîna mafên bingehîn ên di bin garantiyên destûrî de ne.
Xalên 26 û 33yan ên Destûrê û xalên 10 û 11an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê azadiya derbirînê û ya rêxistinbûnê misoger dikin. Vekirina lêpirsînên cezayên giran li ser çalakiyên siyasî yên ku bêyî tundûtûjiyê tên meşandin, qada siyaseta demokratîk teng dike û zererê dide aştiya civakî.
Di demekê de ku dikarin parêzeran ji bo îfadeyê vexwînin, desteserkirina wan a bi serdegirtinên malan, ji aliyê mafê azadî û ewlehiya kesî û prensîba hevsengiyê ve pirsgirêkên cidî derdixe holê.
Pêbendbûna bi garantiyên taybet ên ku di Yasaya Parêzeriyê de hatine diyarkirin û nekirina hedef a parêzeran ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, parastinên ku girtine ser xwe yan jî rêxistinbûna wan a pîşeyî, pêdiviyeke neçar a dewleta hiqûqê ye.”
“Nabe hiqûq bibe amûra bêdengkirinê”
13 baroyên herêmê li ser bandora van kiryaran a li ser pêvajoya çareseriyê jî ev hişyarî da:
“Azadiya çapemeniyê yek ji garantiyên jêneger ên siyaseta demokratîk û dewleta hiqûqê ye. Sînordarkirina vî mafê ku bi xala 28an a Destûrê û xala 10an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye misogerkirin a bi rêya sepandina qeyûman û destêwerdanên dadwerî, ne tenê gefê li saziyên çapemeniyê dixwe, her wiha gefê li azadiya wergirtina nûçeyan a tevahiya civakê dixwe.
Bi taybetî di serdemeke ku lêgerînên aştî û çareseriya demokratîk tên gotûbêjkirin de, xistina bin zextê ya çalakiyên siyasî, mafê parastinê û azadiya çapemeniyê zererê dide baweriya civakî û zemîna çareseriya demokratîk qels dike.
Nayê qebûlkirin ku hiqûq bibe amûra bêdengkirina ramanên siyasî yên mixalif, parastina serbixwe û çapemeniya rexnegir.
Em wekî baroyên herêmê tekez dikin ku em li dijî krîmînalîzekirina çalakiyên siyasî, destêwerdanên neyasayî yên li hemberî parêzeran û sepandina qeyûman a li ser saziyên çapemeniyê ne û em misogerkirina mafên bingehîn ên kesên desteserkirî û rakirina sînordarkirinên li ser mafê parastinê dixwazin.”
Baroyên ku daxuyanî îmze kirine
Navên baroyên ku daxuyaniya hevbeş îmze kirine wiha ne:
Baroya Agiriyê
Baroya Êlihê
Baroya Çewlîgê
Baroya Bedlîsê
Baroya Dêrsimê
Baroya Amedê
Baroya Colemêrgê
Baroya Îdirê
Baroya Mûşê
Baroya Rihayê
Baroya Sêrtê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê



