Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyona desteserkirina endamên xwe şermezar kir û xwest ku ew demildest bên berdan.
HEVBENDÎyê her wiha ragihand ku bi biserdegirtina malan dixwazin rê li ber têkoşîna siyasî bigirin
HEVBENDÎyê di daxuyaniya xwe ya 17ê Çiriya Paşîn de ragihand ku li bajarên Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê li dijî wan operasyoneke berfireh a desteserkirinê hatiye lidarxistin.
Navên kesên ku hatine desteserkirin
Li gorî daxuyaniyê, kesên ku heta niha hatine desteserkirin ev in:
· Bayram Bozyel (Serokê Giştî yê PSKyê)
· Mehmet Can Azbay (Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê)
· Fuad Onen (Nûnerê PÊLKURDê)
· Alî Aydin (Nûnerê PDK-BAKURê)
· Sevgî Çelîk (Nûnera Înîsiyatîfa Neteweyî)
· Ramazan Taşdemîr (Nûnera Înîsiyatîfa Neteweyî)
· Alî Oncu (Kesayetê Serbixwe yê Kurdistanî)
· Hesen Dagtekîn (Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê)
· Rojbîn Bukun (Endama PWKyê)
· Alî Çeven (Kesayetê Serbixwe yê Kurdistanî)
Her wiha hat eşkerekirin ku polîsên Stenbolê ji bo desteserkirinê bi ser mala Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê de girtiye lê ji ber ku Mustafa Ozçelîk niha li Hewlêrê ye nehatiye desteserkirin.
"Nîşaneya bêtehemuliya dewletê ye"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî HEVBENDÎyê 9ê Çiriya Paşîn a 2026an li Amedê avabûna xwe ragihand, beşeke berfireh a nijadperest û faşîstên li Tirkiyeyê êrişeke mezin li dijî wan da destpêkirin, gef xwarin û ew kirin armanc.
Meclisa HEVBENDÎyê amaje bi sedema operasyonê kir û got:
"Her çend van cure îxbar û êrişan di vê operasyonê de roleke mezin lîstibin jî ev operasyon di rastiyê de nîşaneya bêtehemuliya dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd e.
Bêtehemuliya pejirandina me ya têkoşîna bi rêyên siyasî ye."
"Konferans ne veşartî bû"
HEVBENDÎyê bi bîr anî ku konferansa wan li Amedê hatiye lidarxistin û bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re hatiye parvekirin û ne konferanseke veşartî bû.
Di daxuyaniyê de nerazîbûn li hemberî awayê operasyonê hat nîşandan û wiha hat gotin:
"Eger dozgeriyê organîzatorên konferansê ji bo îfadeyê vexwendibûya, dê hemû hevalên me biçûna. Lê belê, bi vî rengî biserdegirtina malan a di navbera saet 03:00 û 06:00an de rêbazeke ku nayê qebûlkirin e.
Em van desteserkirinan şermezar dikin. Divê hevalên me demildest bên berdan.
Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em dê li hemû qadên jiyanê xwedî li hemû biryarên ku di Konferansa HEVBENDÎyê de hatine dayîn, bername û hiqûqa navxweyî ya ku hatiye qebûlkirin derkevin."



