Hewlêr (Rûdaw) - Metranekî ji navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bû Sermetranê Kildaniyan a Amedê ya Bakurê Kurdistanê.
Metran Îmad Xoşaba ku bi xwe sermetranê Eparşiya Kildaniyan a li Tehran û Îranê ye, wekî sermetranê Amedê hat diyarkirin.
Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Xirîstiyanan ê li Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê Xalid Cemal Elbêrt îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Metran Îmad Xoşaba xelkê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ye û bi wekalet bûye sermetranê Amedê."
Metran Îmad Xoşaba sala 2023yan wekî Sermetranê Eparşiya Kildaniyan a li Tehran û Îranê dest bi kar kiribû.
Piştî koça dawî ya Metran Sabrî Anar, Metran Îmad Xoşaba wekî Sermetranê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi wekalet dest bi erkê xwe kir.



