Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya Wana Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.
Li gorî daneyên Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhej li navçeya Westanê li ser Gola Wanê bi hêza 4,3 pileyan çêbûye.
Erdheja ku saet 18:57an rû da, di kûrahiya 13,61 kîlometreyan a binê erdê de pêk hat.
Li Bedlîs, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê jî hat hîskirin
Erdhej di nav welatiyan de ji bo demeke kurt bû sedema panîkê.
Lerz ji bilî Wanê li parêzgehên derdorê yên wekî Bedlîs, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê jî hat hîskirin.


