Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Zanîngeha Rojavayê rê li ber şandeyeke hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê girt û nehişt ku ew şande ji zanîngehê derkeve heta ku daxwazên wan bên bicihanîn.
Xwendekaran ji hikûmetê xwest ku biryara tevlîkirina Zanîngeha Rojavayê ya bi Zanîngeha Feratê re betal bike û statuya zimanê Kurdî bi fermî nas bike.
Şande hat dorpêçkirin
Îro şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê bi birêvebiriya Zanîngeha Rojavayê re civînek li dar xist û li ser entegrekirina zanîngehê ya bi zanîngehên din ên Sûriyeyê re gotûbêj kir.
Piştî ku civîn bi dawî bû, xwendekaran şande dorpêç kir û rê neda ku endamên şandeyê derkevin heta ku deng û daxwazên wan bên bihîstin.
Xwendekar li dijî du biryaran in
Xwenîşandan û nerazîbûna xwendekaran li hemberî du biryarên ku ew wan qebûl nakin derket holê.
Biryara yekem a Wezareta Perwerdeyê ye ku hevyazbariya çend fakulteyên Zanîngeha Rojavayê betal kiriye.
Biryara duyem jî tevlîkirina Zanîngeha Rojavayê ya bi Zanîngeha Feratê re ye.
Xwendekar tekez dikin ku ew tevlîkirin ne gaveke rêxistinî ye lê belê hewldanek e ji bo jêbirina nasnameya zanîngehê.
“Xweseriya zanîngehê tê hedefgirtin”
Xwendekaran da zanîn ku Zanîngeha Rojavayê di salên şoreşê de xweseriya xwe ya birêvebirinê û akademîk parastiye û bernameya xwendinê, ziman û şêwaza birêvebiriya xwe domandiye.
Li gorî wan, her biryarek ku vê xweseriyê ji holê rake tê wateya têkbirina hemû ked û destkeftiyên ku di salên borî de hatine bidestxistin.
Civîna di navbera şandeya hikûmetê û birêvebiriya zanîngehê de bêyî ti zelalkirinekê bi dawî bû.
Ne birêvebiriya Zanîngeha Rojavayê û ne jî şandeya hikûmetê encamên civînê eşkere kirin û vê yekê jî hêrsa xwendekaran hîn zêdetir kir.


