Amed (Rûdaw) - Rawestandina xebatên restorasyona Sûrên dîrokî yên Amedê ku di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ne, bûye sedema nerazîbûna saziyên geştyariyê, pisporên avahîsaziyê û esnafên bajêr.
Projeya restorasyonê ku sala 2020an bi dirûşma "Li Sûran vejîn dest pê dike" hatibû destpêkirin û dihat çaverêkirin ku di demeke kurt de bi dawî bibe, piştî qonaxeke kurt bi temamî hate rawestandin.
Niha derdora sûran wekî kavilekê maye û ji ber vê rewşê yek ji navendên herî girîng ên geştyariyê yên Amedê ji geştyaran xalî maye.
Tevî bangewaziyan, heta niha ne Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û ne jî saziyên din ên pêwendîdar li ser sedema rawestandina xebatan ti daxuyaniya fermî nedaye.
"Kêmasîya budceyê û nakokiyên saziyan rê li ber kar girtine"
Hevserokê Jûra Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, bal kişand ser metirsiya sûrên dîrokî û diyar kir ku ev rewş hem ji aliyê dîmen û ewlehiyê ve û hem jî ji bo aboriya bajêr pirsgirêkeke mezin e.
Aydin li ser sedemên rawestandina projeyê wiha axivî:
"Me hem ji wezaretê û hem jî ji şaredariyê re nivîs şandin û me pirsî ka çima erkê xwe bi cih nayînin.
Şaredariyê di bersiva xwe de diyar kir ku berpirsiya restorasyonê di destê Wezareta Çand û Geştyariyê de ye.
Ji bo çareseriyê divê ev sazî nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin."
Aydin sedema duyem a rawestandinê jî bi kêmbûna budceyê ve girê da û got:
"Tê gotin ku budceya ji bo restorasyonê hatibû veqetandin têrê nekiriye. Li ser vê yekê şîrketên avahîsaziyê kar nîvco hiştine û çûne.
Bi vî awayî dîrok li ber çavan dirize û welatî jî nikarin sûdê ji sûran wergirin."
"Ji bo geştyariyê divê demildest bên temamkirin"
Li ser dirêjahiya 5,6 kîlometreyan a sûr û bircên dîrokî, piraniya beşên ku di sala 2020an de dest bi restorasyona wan hatibû kirin, di nîvî de mane.
Rojnameger Nacî Sapan diyar kir ku sûr nasname û cihê sereke yê serdana geştyaran e û wiha got: "Ji bo ku geştyar karibin bi hêsanî li ser sûran bigerin û vê mîrata dîrokî bibînin, divê gavek berî gavekê xebatên restorasyonê bên temamkirin."
Pirsgirêka ronîkirin û ewlehiyê
Ji bilî rawestandina karên avahîsaziyê, nebûna ronahiyê ya li derdora sûran jî dilgiraniya welatî û esnafan zêde kiriye.
Otêlvan Serdar Ay anî zimên ku tariya şevê bandoreke neyînî li ser geştyar û şêniyên bajêr dike û got:
"Ji Pira Dehderî heta Deriyê Rihayê ti ronahî li ber sûran nîne. Bi şevan xof dikeve dilê mirovan û geştyar nikarin bi ewlehî bigerin. Ev rewş ji bo bajarekî geştyariyê nayê qebûlkirin."
Sûrên Amedê ku wekî yek ji dirêjtirîn û kevintirîn sûrên cîhanê tên zanîn, di sala 2015an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Mîrata Cîhanî hatibûn tomarkirin.
Lê belê ji ber nezelaliya pêvajoya restorasyonê, ziyanên li ser vê mîrata dîrokî her ku diçe kûrtir dibin.



