Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê (Meteorolojî) rapora xwe ya nû ya rewşa hewayê belav kir û li gorî raporê, li Bakurê Kurdistanê di serî de li Wan û Colemêrgê dê berf û şilope bibare.
Li hinek herêmên din jî baran dibare û li seranserê herêmê mij û dûman çêdibe.
Hişyariya berf û baranê
Li gorî pêşbîniyên dawî yên keşnasiyê, dê hewayê li seranserê welêt carnan bi ewr be.
Saziyê li ser guherîna hewayê ya li Bakurê Kurdistanê jî hişyarî da.
Hat diyarkirin ku dê li rojhilatê Wanê û derdora Colemêrgê şilope û berf bibare.
Her wiha dê li hinek deverên din ên Bakurê Kurdistanê jî baran û barana gur bibare.
Ji şofêran re hişyariya mijê
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Bakurê Kurdistanê û herêmên navxweyî dê mij û xumam çêbibe.
Bi taybetî di demên sibeh û şevê de mij dê zêde be.
Ji ber vê yekê, saziyê ji welatî û şofêran xwest ku baldar bin.
Li Tirkiyeyê jî baran dibare
Li gel Bakurê Kurdistanê, dê li Trakya, Stenbol, Enqere, Kocaelî û Çanakkaleyê û li bajarên Anatolyaya Navîn ên wekî Aksaray, Kirşehîr, Qeyserî û Nîgdeyê jî baran û barana gur bibare.
Li ser pileyên germê jî hat ragihandin ku dê li herêmên bakur 2 heta 4 pileyan zêde bibin lê li cihên din ti guherîneke berbiçav çênabe.



.jpg&w=3840&q=75)