Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Şirnex û navçeya wê Cizîrê de 2 otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Îro du otomobîl ku nasnameya şofêrên wan û plaqeyên wan nehatine zanîn, li tunela li ser rêya Şirnex-Cizîrê lli hev qelibîn.
Di qezayê de şofêr û 4 kesên di wesayîtan de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112, AFAD, tîmên îtfaiyeyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleyên pêşîn rakirin nexweşxaneyên li Şirnex û Cizîrê.
Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.


