Amed (Rûdaw) - Li gundê Ximêriyê yê navçeya Bajarê Nû ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, qeymeqamiyê biryar da ku zêdetirî 200 xaniyên ku bêdestûr hatine lêkirin werin hilweşandin.
Li ser vê biryarê, xwediyên xaniyan daketin ser cade û kolanan.
Şêniyên gund rê girt û nehîşt ku tîmên tespîtê bikevin nav gund.
Bi sedan şêniyên gundê Ximêriyê ji bo ku xaniyên wan neyên hilweşandin li ber tîmên dewletê sekinîn.
Qeymeqamiya navçeyê bi hinceta ku zeviyên xezîneyê hatine dagirkirin û xaniyên bêdestûr li ser wan hatine lêkirin, biryara hilweşandina wan xaniyan da.
Li gorî agahiyan, hinek ji wan xaniyên ji rêzê, hinek vîlla û hinek jî bungalov in û hejmara xaniyên ku dê bên hilweşandin ji 200î zêdetir e.
“Di vê zivistanê de em ê bi ku de herin?”
Gundiyên ku ji biryarê aciz bûne diyar dikin ku di serma û seqemê de dê bê stargeh bimînin.
Şêniya gund Eyşe Sarikayayê bertek nîşan da û got:
"Guneh e. Di vê zivistanê de kes hêlîna çivîkê xira nake. Ev milet hemû dê bi ku de herin?"
Gundiya bi navê Hatîce Aydinê jî destnîşan kir ku ew dest ji xaniyên xwe bernadin û anî zimên:
"Heta ku me nepelixînin em rê venakin.
Zarokên me hemû di otomobîlan de ne, em hemû li vir in. De bila werin xira bikin."
Gundiya bi navê Mihbet Aslanê jî nerazîbûna xwe nîşan da û got:
"Em ê niha bi ku de herin? Bila werin bi serê me de xira bikin.
Bila pêşî xaniyekî bidin me û paşê xira bikin."
Halîse Sarikayayê jî anî zimên ku ji neçarî li wir xanî çêkirine û pê de çû:
"Eger em muhtac nebûna çi karê me li vir hebû?
Em kirêciyên xelkê ne, va ye xelk me ji malan derdixe."
“Beriya 10 salan jî xaniyên me hatibûn hilweşandin”
Li gorî gotina hinek şêniyên Ximêriyê, beriya 10 salan jî xaniyên wan ên li Şêxkendkê ketibûn ber rê û hatibûn hilweşandin.
Gundî dibêjin ku eger vê carê jî xaniyên wan ji destê wan biçin, tiştekî wan namîne.
Gundiyê bi navê Enbiya Ertek behsa destpêka avakirina xaniyan kir û got:
"Qeyûmê wê çaxê destûr da me. Me elektrîka xwe girê da û me bi derfetên xwe xaniyên xwe çêkirin.
Pişt re qeyûm guherî, qeymeqam hat û got ev der mêrg e û divê hûn ji vir derkevin."
Hacî Mehmûdê şêniyê gund jî anî zimên:
"Gava xira bikin, cihekî me nîne ku em herinê.
Bila me hemûyan bikujin û paşê xira bikin."
Adil Sarikaya jî got, "Kuştina min û hilweşandina xaniyê min yek e, min bê mal dihêlin."
Gundiyê bi navê Emîn Nergîz jî bal kişand ser destwerdana dereng a rayedaran û got:
"Eger xezîne ya dewletê ye, bila roja yekem destwerdan bikirana û nehîştana kes xaniyan lê bike."
Li ser berxwedan û çalakiya gundiyan, di navbera wan û polîsan de hevdîtin pêk hatin.
Di hevdîtinan de biryara hilweşandina xaniyan bi awayekî demkî hat rawestandin.



