Mêrdîn (Rûdaw) - Kurê hunermendê navdar Hozan Brader Erdal Mûsikî 7ê vê mehê li Hollandayê ji ber penceşêra rûviyan koça dawî kir.
Li ser wesiyeta wî, termê wî li gundê Mûsikayê yê Mêrdînê bi axê hat spartin.
Erdal Mûsikî salek bû li Holendayê dihate dermankirin.
Malbata Hozan Brader, mirovên wan, şêniyên Mêrdîn û Qoserê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî şînê bûn û sersaxî da Hozan Brader.
“Mixabin em bi ser neketin”
Hozan Brader li ser mirina kurê xwe axivî û xemgîniya xwe wiha anî zimên:
"Mixabin em bi ser neketin. Bila ev nexweşiya malxirab li ber mala ti kesî nebe. Ez bavê Erdal im û ez bavê hemû zarokên Kurdan im. Ev 50 sal in ku li kû derê tiliya Kurdekî li kevirekî bikeve ez diêşim û hêsiran dibarînim. Erdal jî yek ji wan bû."
Hozan Brader anî zimên ku kurê wî bi welatê xwe ve girêdayî bû û wiha pê de çû:
"Wî ji min re got 'Bavo, hûn dê min bibin welat, bibin gund.' Tirba kalikê wî jî li vir e. Min her tim çîrokên kalikê wî jê re digotin. Êdî dê kalikê wî çîrokan jê re bibêje. Ew bûn cîranên hevdû. Alaya Rengîn jî wesiyeta wî bû."
“Wî xwest vegere axa xwe”
Dêya Erdal Nejla Mûsikî jî got, "Ez çi bibêjim. Kurê min koçber bû, min ew anî axa wî. Wî got, 'Ez dixwazim herim cem kalikê xwe.' Min ew ji Holendayê anî cem kalikê wî. Serê we sax be, welatê min sax be."
Meta Erdal a bi navê Zerga Mûsikî jî derdê xwe wiha anî zimên:
"Kurê birayê min yekî tenê bû. Barê birayê min giran e. Birayê min extiyar e û ev yek pir zor e. Bila ti kes vî derdî nebîne."
Erdal Mûsikî 42 salî bû û bavê 3 zarokan bû.
Ew li gundê Mûsikayê ji dayîk bûbû. Ew dema biçûk bû bi malbata xwe re koçî Holendayê kiribû.
“Êşa me yek e”
Welatiyê bi navê Mistefa Kiliçaslan jî got, "Brader mirovekî hêja ye, Kurdperwer e. Kurê wî jî hêja bû. Di bin bandora wî de perwerde bibû.
Mixabin em çi bikin, wekî hemû malbatên Kurd wî jî di ciwaniya xwe de ciwanek ji dest da. Êşa me yek e, em şirîkê êşa wî ne."
Hunermend Hemît Karadenîz jî hestên xwe wiha derbirîn:
"Birayekî min jî hebû, hîn xort bû û mir. Hîn jî carinan hêsirên min tên, ez nikarim biaxivim. Ez hîn jî bêriya wî dikim. Erdal jî wekî birayê min bû. Xwedê rehma xwe lê bike. Ez sersaxiyê ji mamoste re dixwazim."
Piştî merasîma binaxkirinê, şîna Erdal Mûsikî li Qoserê li Mala Şînê ya Stasyonê hat danîn.

.jpg&w=3840&q=75)
