Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan û şandeya pê re kir.
Serokwezîriya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.
Têkiliyên aborî û Projeya Rêya Bipêşketinê
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de di warên cuda de, bi taybetî di sektorên aborî û bazirganiyê de hat kirin û wiha pê de çû:
“Di vî warî de, giringiya pêkanîna Projeya Rêya Bipêşketinê wekî korîdoreke di navbera dewletên Kendavê de hat destnîşankirin ku Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêya xetên trênê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê dide.”
Piştgirî ji bo pêvajoya aştiyê
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan piştgiriya xwe ya hevbeş ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ragihand.
Pêkanîna hikûmetê û aktîvkirina parlamentoyê
Mesrûr Barzanî û Alî Babacan her wiha pêvajoya jinûveçalakkirinaParlamentoya Kurdistanê jî nirxand.
Di hevdîtinê de banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo bidawîkirina krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke berfireh ku daxwazên hemû welatiyan bi cih bîne, giring hat dîtin.


.jpg&w=3840&q=75)
