Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Nejdet Buldan di 78 saliya xwe de ji ber krîza dil mir.
Nejdet Buldan beriya çend rojan krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê di bin çavdêriya hûr de dihat dermankirin.
Buldan vê sibehê careke din krîza dil derbas kir û tevî hemû hewldanên bijîşkan nehat rizgarkirin.
Piştî belavbûna nûçeya mirina wî, malbat, xizm û hezkiriyên wî ber bi nexweşxaneyê ve çûn.
Jiyan û serboriya wî ya siyasî
Nejdet Buldan sala 1948an li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayîk bû.
Di hilbijartinên xwecihî yên sala 1989an de li ser lîsteya Partiya Gelparêz a Sosyaldemokrat (SHP) wekî Şaredarê Geverê hat hilbijartin û di navbera salên 1989 û 1994an de ev erk meşand.
Salên sirgûnê yên li Ewropayê
Sala 1995an piştî kuştina birayê wî Savaş Buldan (hevjînê Pervîn Buldan), ji ber gefên kuştinê û metirsiyên ewlehiyê çû Ewropayê.
Buldan demekê li Almanyayê ma û piştre 4 salan li Bruksela paytexta Belçîkayê di Parlamentoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat de xebitî.
Li Enqereyê bi tohmeta "endamtiya PKKyê" doz lê hatibû vekirin.
Piştî 19 salan vegeriya Geverê
Nejdet Buldan piştî ku nêzîkî 19 salan li Ewropayê ma, ji bo vegera li welêt serlêdan kir.
Piştî qebûlkirina serlêdana xwe, sala 2014an vegeriya Tirkiyeyê û piştî wergirtina îfadeya wî ya li Stenbol û Enqereyê hat berdan.
Buldan piştî wê li navçeya xwe ya Geverê bi cih bûbû.
Nejdet Buldan tiyê parlamentera berê û siyasetmedara Kurd Pervîn Buldanê ye.
.jpg&w=3840&q=75)


