Hewlêr (Rûdaw) - Ketaîbên Hizbulahê yên Îraqê rojek beriya êrişa bi dronan a li ser Qada Gazê ya Kormorê, di daxuyaniyekê de li dijî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî behsa êrişên li ser vê qadê kiribû.
Şeva 8ê Çiriya Paşîn demjimêr derdora 23:00an bi dronan êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin.
Ji ber vê êrişê hilberîna gazê ya li qadê hat rawestandin û pîverên karebayê yên li bajarên Herêma Kurdistanê kêm bûn.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Karebayê di daxuyaniyeke hevpar de ev êriş wekî "êrişeke terorî" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo kêmkirina bandora êrişê ya li ser karebayê hewl tên dayîn da ku di demeke kurt de rewş asayî bibe.
"Agir hat kontrolkirin"
Çavkaniyekî ji Qada Gazê ya Kormorê ji Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar re ragihand:
"Êrişê beşa depokirinê û beşa barkirina barhilgiran (Truck Loading) kir armanc. Di encamê de şewat derket lê niha şewata li qadê bi giştî hatiye kontrolkirin."
Kanalên komên bi çek ên Îraqî yên ku berê ji êrişên li ser qadê berpirsyar dihatin dîtin, vê carê berevajî carên berê îfadeya "êrişa dijminane" bi kar anî.
Gefa Ketaîbên Hizbulahê ya rojek beriya êrişê
Rojek beriya êrişa şeva 8ê Çiriya Paşîn, Berpirsê Ewlehiyê yê Ketaîbên Hizbulahê Ebû Mucahid Esaf daxuyaniyeke tund belav kiribû.
Esaf angaştên desteserkirina girêbestên balafirgehan red kiribû û Elî Zeydî bi komkirina samanekî bi qasî 21 trilyon dînarî tohmetbar kiribû.
Her wiha gef xwaribû ku dê dosyaya êrişên li ser Qada Gazê ya Kormorê careke din bîne rojevê.
Berpirsê Ewlehiyê yê Ketaîbên Hizbulahê di dawiya daxuyaniya xwe de gotibû:
"Em naxwazin hemû agahiyan eşkere bikin. Em naxwazin dosyeya Qada Kormorê û hewldanên armancgirtina wê ya ji bo wergirtina xercê ya ji Îmaratê careke din bînin rojevê.
Çimkî yê ku xaniyê wî ji camê be, nabe keviran bavêje ser xaniyê xelkê."
Girîngiya Qada Kormorê
Qada Gazê ya Kormorê li nahiyeya Qadirkeremê ya navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê ye.
Ev qad ji aliyê şirketa Dana Gasê ya Îmaratê û şirîkên wê ve tê birêvebirin.
Qada Kormorê çavkaniya sereke ya dabînkirina gaza santralên karebayê yên Hewlêr, Çemçemal û Bazyanê ye ku beşa herî mezin a karebaya Herêma Kurdistanê dabîn dikin.
Qada Gazê ya Kormorê berê jî rastî gelek êrişên bi dron û mûşekan hatibû.
Tevî ku hikûmeta Îraqê çend caran ji bo êrişan komîteyên lêkolînê ava kirine jî heta niha ti kes bi tohmeta êrişa li ser Qada Kormorê nehatiye girtin.
Komîteya hevpar a lêkolînê hat avakirin
Piştî êrişa dawî, Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî ferman da ku ji bo lêkolîneke hûr bi saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê re komîteyeke hevpar a lêkolînê bê avakirin.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê hat weşandin, êrişê şeva 8ê Çiriya Paşîn demjimêr 23:10an Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê kir armanc.



