Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê ragihand ku civîna birêvebiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi dawî bû û li gorî çavkaniyekî beşdarê civînê, YNKyê biryar daye ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe.
Heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê YNKyê ve nehatiye belavkirin lê îşev Serokê YNKyê Bafil Talebanî di peyamekê de helwesta partiya xwe ragihîne.
Parlamento doh hatibû çalakkirin
Roja çarşemê Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya parlamenterên çend fraksiyonan û parlamenterên serbixwe civiya, parlamento hat çalakkirin û Desteya Serokatiyê hat hilbijartin.
Fraksiyona YNKyê beşdarî civîna doh a parlamentoyê nebûbû. Li ser vê yekê birêvebiriya YNKyê îro ji bo nirxandina rewşa nû û çalakkirina parlamentoyê civiya.
Konsul û nûnerên biyanî serdana Desteya Serokatiyê kir
Îro konsul û nûnerên çend welatan li Parlamentoya Kurdistanê bi Desteya Serokatiyê ya Parlamentoyê re civiyan û pîrozbahî li çalakkirina parlamentoyê kir.
Serokê Parlamentoyê li ser çalakkirina parlamentoyê ragihand ku çalakkirin li dijî ti kes û aliyekî nîne û ji hemû fraksiyonan xwest ku vegerin parlamentoyê û erkên xwe bi cih bînin.


