Amed (Rûdaw) - Hevşaredarên DEM Partiyê yên ku ji kar hatine dûrxistin û yên niha li ser kar in li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê civiyan.
Di civînê de rojeva sereke polîtîkaya qeyûman û pêvajoya çareseriyê bû.
Hevşaredaran bangî dewletê kir ku qeyûman rake û ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêje.
Di salvegera tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên DEM Partiyê de, daxwaza rakirina qeyûman careke din hat rojevê.
Hevseroka Şaredariya Êlihê ya ku ji kar hatiye dûrxistin Gulistan Sonukê got:
"Divê dewlet dev ji polîtîkayên qeyûman û cezakirina Kurdan berde."
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji kar hatiye dûrxistin Neslîhan Şadalê jî anî zimên:
"Gava sereke ya vê pêvajoyê ew e ku îradeya gel were naskirin û qeyûm werin rakirin."
"Baweriya xelkê bi pêvajoyê nayê"
Li gorî hevşaredaran heta ku qeyûm neyên rakirin baweriya xelkê bi pêvajoya aştiyê nayê.
Hevşaredara Sêrtê ya ji kar hatiye dûrxistin Safiya Alagaşê diyar kir:
"Heta pêvajo bi pêş nekeve bawerî çênabe. Em wisa dibînin ku dê qeyûm bimînin.
Ev mijar bi Kurdbûnê û çareseriya wê ve girêdayî ye. Eger çareser bibe dê bi hev re çareser bibe."
10 şaredarî di destê qeyûman de ne
Vê hefteyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dema qeyûmê ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 2 mehên din dirêj kir.
Mêrdîn, Wan û Êlih jî di nav de hîn 6 şaredariyên bajaran û 4 şaredariyên navçeyan di destê qeyûman de ne.


.webp&w=3840&q=75)
