Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Zirganê yê parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê
Kurdistanê, ji ber teqîna mayîneke li hewşa dibistanekê zarokekî 12 salî mir û
19 kes jî birîndar bûn.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Hisîçayê Dr. Kawa Xidir li ser teqînê
ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku teqîn danê êvarê li hewşa dibistaneke
bajarokê nahiyeya çêbûye.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Hisîçayê Dr. Kawa Xidir got:
"Ji ber teqîna wê mayînê, zarokekî 12 salî canê xwe ji
dest da û 19 kes jî birîndar bûn ku emrê wan di navbera 9 û 14 saliyê de
ye."
Dr. Kawa Xidir li ser rewşa birîndaran jî destnîşan kir ku
ew ji bo tedawiyê şandine nexweşxaneyên Til Temir û Hisîçayê.
Her wiha Kawa Xidir da zanîn ku birînên piraniya wan li
lingên wan in û tîmên tenduristiyê ji bo alîkariya wan di amadehiyê de ne.
#VÎDEO - Li Hisîçayê di dibistanekê de teqînek çêbû 🔴 Birêvebiriya Tenduristiyê ya Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand: Li nahiyeya Zirganê ya Hisîçayê teqînek çêbû Şehyan Tehsîn radigihîne https://t.co/kSd1VOodwb
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 4, 2026
.webp&w=3840&q=75)


