Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku Îranê bi 2 dronan êrişî kampên wan ên li Herêma Kurdistanê kiriye.
Di heman demê de li sînorê Tewêleya Hewramanê jî êrişeke asmanî li ser malekê hat kirin.
Navenda Ragihandinê ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê îro daxuyaniyek da:
"Di çarçoveya êrişên Artêşa Pasdaran a Îranê de, îro serê sibehê saet 08:40î bi du dronên bombebarkirî yek ji kampên me yên li Geliyê Alanê yê devera Balîsanê ve hat armancgirtin."
Li gorî daxuyaniya Komeleyê, di vê êrişa bi 2 dronan de ji bilî zerereke biçûk a madî ti ziyana canî çênebûye û rewşa hemû pêşmergeyên wan ên li wê deverê baş in.
12 şehîdên Komeleyê hene
Endamê Komîteya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Îdrîs Kewlkozî derbarê êrişan ji Rûdawê re axivî û got:
"Ji destpêka şer ve bi zêdetirî 150 dron û mûşekan êrişî me hatiye kirin û di encamê de 12 pêşmergeyên me şehîd bûne."
Li Tewêleyê êrişa asmanî
Li aliyê din, çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re wiha got:
"Beriya berbangê îro piştî saet 02:00an, li Tewêleyê êrişeke asmanî li ser malekê hat kirin. Di encamê de zerereke mezin gihîşt malê lê ti ziyana canî çênebû."
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Li gorî agahiyan, di nava 30 rojên meha Çiriya Pêşîn de bi 5 dron û 4 mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî meha berî wê, hejmara êrişan ji nîvî zêdetir kêm bûye.
Her wiha li gorî amarên Rûdawê, ji destpêka şer a 28ê Sibatê heta niha bi hezar û 21 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 32 kes mirine û 156 kes jî birîndar bûne.



